Raporta Konferansê heştemîn yê rêxistina Almaniya ya partiya dîmoqrat pêşverû kurd li sûriya

Share Button

0

Doh 13/3/2016 an,li bajarê Dortmondê li elmanya ,konfirasê giştî yê 8e mîn ê rêxistina elmanya ya Partiya Dîmuqratî Pêşverû Kurd li Sûrya hate li dar xistin bi navê konferansê girtiyên Siyasî yê partiya me .
Di destpêkê de beşdaran kêlîkek bê deng li ser canên pakrewanên kurd û kurdistanê rawestiyan.

Komîtek amede kar bi serokatiya mamoste Selman Hiso,endamê nivîsgeha siyasî û 5 hevalên din ji bo birêvebirna karê konfirasê hate hilbijartin.

Bi beşdarbûna Mamoste Birûsk Necar berpirsê şaxê ewropa û D.Hesen seyfuldîn endamê komîteya navendî ya bûrî konfiras dest bi karê xwe kir.

Mamoste Ferhad Mîro gotina rêxistina elmanya pêşkêş kir,mamoste Reşad Umer jî gotina komîteya rêxistinî xwend,raporta diravî jî Mamoste Serdar Umer xwend,her wiha Mamoste Selman Hiso gotinek arastî konfirasê kir,têde li ser rewşa rêxistinî û civakî bi awayekî giştî axivî.

Komîta amedekar ya ku ji 6kesan hatibû hilbijartin bi hûrbînî û guhdan li ser rexn û astengên beşdaran rawestiya,her wiha beşdaran jî bi rola xwe gelek pêşinyar û Têbîniyên giring ji bo pilan û pêşeroja karê rêxistinî pêşkê kirin ,mamoste Selman Hiso bersivên pirsên beşdaran jî da pişt ku hatin gengeşe kirin.

Birûska pîrozbahiyê ji mamoste Hemîd Hac Derwîş sekretêrê giştî yê partiya me û mamoste Ahmed Suleyman endamê pîlotbîruya partiyê hat wergirtin û her weha D.Selah derwîş pîrozbahiyek nivîskî ji endamên konferans re şand ew jî hate xwendin.

Berî bi dawîbûna konfiras Mamoste Mecîd Erebo hate hilbijartin ji bo serokatiya rêxistina elmanya û her weha desteyek nû ya rêveberiya rêxistinê hat hilbijartin .

Hêjayê gotinê ku hejmareke baş ji hevalan nêzîkî 200 kesî beşdar bibûn di vê konfirasê de.

Komîta ragihandinê ya rêxistina Almaniya ya Partiya Dîmoqrat pêşverû kurd li Sûriya

15.03.2016

dimoqrati.info

33

44

22

konferanse 8.14

konferanse 8.12

konferanse 8.11

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجيد 636 من جريدة الديمقراطي

صدر العدد الجديد 636 من جريدة الديمقراطي وهو عدد خاص برحيل الرفيق عمر جعفر عضو ...