Gotina Rêxistina Almaniya ya Partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd li Sûriya

Share Button

33

Hevalên hêja xebatkarên bi rûmet

Endamê bîruya siyasî yê partiya me berêz Selman Hiso

Endamên komîta navendî ên bihorî Hesen Seyfedîn

Berpirsiyarê şaxê Ewropa yê partiya me Birûsk Necar

Hûn hemû bi xêr hatîn

Konferansê heştemîn ê rêxistina Almaniya yê partiya Dîmoqrat pêşverû Kurd li Sûriya tê darxistin di rewşek pir nazik û giring de . her wesa tê darxistin dema ku miletê kurd buyerên Azarê bi bîra xwe tîne bi hemû êş ,xweşiyên xwe , şahî û şînin xwe, bi hemû qehremanî û lehingiya xwe , bi hemû rengên tekoşînê û berxwedana xwe . belê bi serhildana 12 Azarê li Qamişlo, serhildana kurdên kurdistana sûriya di heman demê de bi 16 Azarê  komkujiya Helebçe bi bîra xwe tînin , li aliyek din şahiya dar têxe bi helkefta newroza pîroz nîşana azadiyê . xuyabû ku buyerîn avsaneyên Kurdan nikarîbû Azarê têrbike . 15 Azarê agirê şoreşa azadiyê û rûmetê li sûriya pêket, belê me weke partî piştevanî da şoreşê û me xwe dît beşek jê lê bi taybetmendiyek kurdî , me deng li kolan û cadeyên kurdî hil dida daku bikarin sîstemek dîmokratîk li welatê sûriya bi cih bikin û her wesa mafê rewa ê gelê kurd tabîn bikin . em li vêderê li vê amadeya pîroz dibêjin şoreş hat dizîn hem ji aliyên hêzên herîmî û hem ji aliyên hêzên tunderew ên weke DAIŞ û Cebhet AlNusra û hevalbendên wan .

Hevalên hêja ev bû nêzîkî 60 salan, em xebatê dikin jibo pêkanîna dîmokratiyê ji bo welatê xwe û heman demê ji bo pêkanîna mafên rewa ên gelê Kurd li Kurdistana Sûriya , em nikarin bibin piştek ji tu hêzan re ku bixwaze dîktatoriyek din li ser me ferz bike bi navê ol, netew, adiyolojî .

Hevalên hêja ger me sitratijiya xwe wenda kir bawerbikin emê hemû tiştên xwe wendabikin .di gumana mede  tevaya tevgera siyasî kurdî li Kurdistana sûriya sitratijiya xwe di vê qonaxê de wanda kiriye , em weke partî jî di navde .ev 5 sal li ser şoreşa sûrî derbasbûn, heta niha tevgera me nekarî yek rêziya xwe ya siyasî bi cî bike , em weke hemû sûrya bûn destek di destê hêzên herîmî û hem hêzên navnetewî de. hêviyên miletê kurd bi tevgera wê gelek mezibû , xweş tê bîra me dema Desteya bilind hat ragihandin , me dît çawa pêlên miletê kurd di herikîn cada û kulanên Kurdistanê . çawa bi hemû hêza xwe digotin erê ji yekîtiya kurd re .

Lê mixabin di bin kêş û vekêşa partîtî yan kesayetî yan girêdanên herîmî hemû peymanên kurdan li Hewlêr û Dihokê hatin binpêkirin  .

Her carî pîman têk diçû miletê kurd nirxê wê dida , desthilata difakto bi navê rêveberiya xweser zordariya xwe dijwar dikir bi riya derxistina fermanên qereqoşî weke leşkeriya neçar , destdanîna li ser milkê tenaberan , gef li çalakiyên siyasî û girtina çalakvanên siyasî û rojnamevanî .

Li ser astê partiya mejî gelek kêşe derket , ewjî tiştek normala çimkî guhartinên navçeyî û hem yên navnetewî gelek bi lez dibûn . lê ya ne normal ewe ku mirov nikare rê li pêşiya nakokiyan bigre .Em weke rêxistina Almaniya ,me di xwest hem kêşeyên rêxistnî û hem yên siyasî li kongir de bên çareserkirin , lê …… . çima ? ewjî pirsek sereke ye .

Hevalên hêja rêxistina Almaniya jî kete di bin bandora rewşa ne asayî ya tevgera kurdî li Kurdistana sûriya . tevlî me hemû hewldanên xwe di kir da ku em bikarên xwe ji bin wê bandorê derêxin li me nikarî . egera wê di gumana mede du tişt bûn yek jê qelsiya komîta rêvebir ya rêxistina Almaniya . ew qelsî di gumana mede ji destkişandina ne fermî ya hinek heval ji kar ew bû sedema valayîkî li gelek deveran bi taybet di nav rêzên ciwanan de . egera diwem ewbû ku sedên hevalan di sala bihûrî derbasî Almaniya bûn me bi tena xwe nikarî bi erkên xwe rabin . li vê derê em lêbûrînê ji hemû hevalên xwe dixwazin û em bi hêvîne ku rewşa Almaniya li ber çavan bigrin.

Dema ku em li ser kêmaniyên xwe di rawestin naye wê wateyên ku me tiştek nekiriye lê belê me bi imkanên herî kêm gelek çalakiyên hêja kirin weke nimûne :

dabeşkirina xelata Cegerxwîn ya rewşenbîrî li Hanoverê .
konfirasek ji bo Serxwebûna Kurdistanê û yek ji bo komkujiya Êzîdiyan li Şingalê bi alîkariya PSK .
çalakiyên hevbeş bi Encûmena Niştimanî Kurdî li Berlîn, Dortmund , Hanover û Birîmin .
civatên partiyên Siyasî li navenda Yasa li Bonê
damezirandina komela rojava li Almaniya ….. dehên din ji çalakiyan
Nerîna me çiye ji bo qonaxa dahatî de ?

Di ware rêxistinî de :

rêxistina Almaniya mezintirîn rêxistine ne tenê ya partiya lê belê belkû li ser asta hemû partiyên kurdistana Sûriya lewra pêdiviya em giraniya xwe berdin ser em yekbûna wê bi parêzin .

Giraniya me ji kî derê tê?

Karê hev beş weke tîmek ya fotbolê , pêdiviye kar bê belav kirin li ser hemû hevalan , navçe bên destnîşan kirin û her navçeyek komîtek ragihêne . pêşniyara me di vî warî de eve kar bê belavkirin li ser van navçan : Berlînê , Hanover, Birîmin , Hamborg , Dortmund , Hêsin ,Stotgertû Saarland , Minşin.
Endametiya komelê û dayîna perên heyvane 10 euro weke beşdarî
Bilavokek Eliktronî ya heftiyane bi nave rêxistina Almaniya derkeve
Têkilî bi hemû partiyên kurdî û kurdistanî re dûrî metodên zigreşî
Di warê ragihandinê de

Pêdiviye em maf bidin hevalên xwe yên komîta ragihandinê nerîna xwe ya siyasî bêje
Pêdiviye em komîta ragihandinê bi çalak û azad bihêlin .
Rûpelek ya xwe damezirên li ser Fêsbokê
Piştevaniyê bidin damezrandina Malperek ne fermi li Almaniya
Di warê komelgehê de :

Komîtek nû bê destnîşankirin
Navê wê bê guhartin
Destnîşankirina cihekî jêre
Komelgeh bimîne parçek ji rêxistina Almaniya
Di warê civakî û rewşenbîrî de

Pêdiviye em li tenaberên xwe xwedî derkevin
Piştevanî bidin fêrbûna zimanê kurdî
Tevlî çalakiyên kultorî bibin
Piştevaniyê bidin jin û zarokên kurd , di nerîna mede dê gelek astengiya bibînin di jiyana xwe ya nû de.
Kultorê xwe bi parêzin di heman demê de tevlî kultorê Almanî jî bibin
Hevalên hêja xebatkarên qedir bilind em bi hevre di karin rêxistenk pir xurt ava bikin , bila kes nebêje ez bi tena xwe dikarim bikim , her yek bila rola xwe bilîze jibo miletê xwe û serkeftina doza wî

Silav jib o şehîdên partiya me  şehîdên serhildana12 Azarê û tevaya şehîdên Kurdistana sûriyê

Silav ji girtiyên me yê siyasî re li Sûriya bi taybet ji bo Rajal Yaqûb û Ebdulqadir Zeyto

Silav ji hemû hevalên mere li ser hemû astan yên xweragir li welat

Bijî PDPKS

Bijî gelê Kurd

Rêxistina Almaniya Ya partiya dîmoqrat pêşverû kurd li Sûriya

Farhat Miro

13.03.2016

dimoqrati.info

15 – 3 – 2015

44

22

konferanse 8.11

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجيد 636 من جريدة الديمقراطي

صدر العدد الجديد 636 من جريدة الديمقراطي وهو عدد خاص برحيل الرفيق عمر جعفر عضو ...