Bi amadebûn û serperiştiya hevalê nivîsgeha rêzanî birêz Selmanê Heso û endamê desteya rawêjkariyê ya partiya me birêz Hesenê Seyfedîn, di roja yekşemê13.03.2016 a de rêxistina Elmanya ya partiya dîmoqrata pêşverûya Kurd li Sûriyê konferansê xwe yê heştemîn di bin silogana “konferansê girtiyên partiya me” biserkeftî li dar xist.
Piştî bixêrhatinê li hevalan bi sirûda kurdî “Ey reqîb “ dest bi karnameya konferansê bû.
Di destpêkê de desteyek ji pênc hevalan ji bo birêvebirina karê konferans hatin destnîşankirin, û hevalên desteya berê ya rêxistina me raporên xwe xwendin, û endamê nivîsgeha rêzanî birêz Selmanê Heso bi gelemperî nerêna partiya me piştê lidarxistina kongirê çardehmîn li ser rewşa tevgera Kurd li Kurdistana Sûriyeyê bi taybetî û rewşa Sûriyê bi tevayî axivî, herweha nameya pîrozbahiyê ya endamê nivîsgeha rêzanî birêz Selahê Derwêş hate xwendin, û paşê bi şêweyekî dîmoqrat hevalan nerîn û rexneyên xwe li ser kar û xebata desteya berê, û nerînên partiyê di vê qûnaxê de kirin.
Ji aliyê xwe ve sekretêrê partiya me birêz Hemîdê Derwêş bi têldengiyê silavên xwe ji endamên konferans şand û karê wan pîroz kir.
Di dawiya karê konferans de û di rêya dengdanê de berpisê rêxistinê û çardeh heval ji bo desteya nû hatin helbijartin.
Rêxistina Elmanya ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê
15.03.2016