أخبار عاجلة

Lehengek Elaa Qasim tevlî karwanê pakrawanan bû

Share Button

a03 Sibat 2013

Endamê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdê Sûriyê Ela Qasim ku roja 28.01.2013’an di encama şer û pevçûnekê li dijî grûpên çekdar li bajarê Serê Kaniyê birîndar bibû, piştî wê bi armanca çareseriya tendirustî ji bo naxweşxaneya Nîştimanî ya bajarê Qamişlo a Rojavayê Kurdistanê hatibû şandin, lê ji ber giraniya birîna wî, îro navbirî tevlî refê karwanên pakrawanên azadiyê bû.

Şehîd Ela Qasim sala 1976`an ji dayîk bûye û sala 1990`an tevlî Partiya Demokrata Pêşvrû ya Kurdê Sûriyê bû, ku yekek ji kadir û çalakvanê herî jîr yê wê partiyê bû.

Piştî ku grûpên çekdar ji nav axa Turkiye derbasî bajarê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê bûn û hêrişê welatiyên Kurd û pêkhatên wî bajarî kirin, navbirî di girteyek xwe ya video de ku li ser malpera Youtuba hatibû belav kirin, tê dibêje: “Em ji tevaya gelên li ser rûyê erdê hez dikin, lê em destûr nadin ku tu kes rûmeta me bin pê bike, nirxê azadiyê giran e, eger berdêla wê xwîn be jî em ji bo wê yekê amade ne.”

Xendan

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

برقية تعزية من الأخ يوسف زوزاني (نائب رئيس مؤسسة الرئيس مام جلال) برحيل المناضل عمر جعفر

برقية تعزية من الأخ يوسف زوزاني (نائب رئيس مؤسسة الرئيس مام جلال): الرفاق أعضاء المكتب ...