Desteya Bilind A Kurd serdana Serê Kaniyê kir

Share Button

15ê Sibat a 2013

Li gor nûçeyekê ajansa Firatê belavkiriye ku, Desteya Bilind a Kurd-DBK li ser daxwaza hevdîtinekê bi şanda ku dixwest navbeynkaniyê ji bo hevdîtinên  di navbera wan û Hevpeymaniya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Muxalefetê de bike û bi armanca rewşa bajarê Sêrêkaniyê ji nêz ve bişopîne çûn Serêkaniyê.

Navenda Nûçeyan
Hatiye ragihandin ku, piştî şerê 15 rojan, li ser daxwaza komeke kesayetên opozisyona Sûriyeyê ku xwe nêzî Hevpeyamaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Muxalefetên dibîne û xwe weke Hevgirtina Aramiya Civakî  bi nav dike, xwestin di navbera opozisyona Sûriyeyê ya derve Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzen Şoreş û Muxalefetê, û Desteya Bilind a Kurd de navbeynkariyê bikin.

Jin û zarokê li bajarê Serêkaniyê dijîn bi dirûşim û tilîliyan şanda Desteya Bilind a Kurd pêşwazî kirin.

Şanda DBK’ê ku ji endamên wê Aldar Xelîl, Ebdulselam Ehmed, Ehmed Silêman, Îsmaîl Hemê û Îlham Ehmed jî pêk dihat li tevahiya bajêr geriyan û rewşa bajêr ji nêz ve şopandin. Desteya Bilind a Kurd berxwedaniya YPG’ê û gelê ku li bajarê maye û derneketiye silav kir.

Bajarê Serêkaniyê ku nêzî 15 rojan ji aliyê komên çete ve dihate talankirin, ev kom rastî berxwedaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatibûn.

Dengê Azad

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 639 من الديمقراطي

صدور العدد الجديد (639) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : من المعلوم ...