Li navanda Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, ya li bajarê Silêmaniyê Sekreterê Partiyê Ebdelhemîd Dewrêş pêşwaziya şandeke paye bilind ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir, ku ji berpirsiyarê Desteya Kargêr ya Polîtboruya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mele Bextiyar, endamê Encumena Rêvebir Dr. Xesro Gul Mihemed, berpirsiyarê Nivîsgeha Peywendiyên Derve Ebdelrezaq Feylî, Endamê Encumena Bilind ya Rêxistinî ya Nivîsgeha Rêxistinê Mihsên Ekber, siyasetvanê Kurd Yusuf Zozanî û berpirsê Peywendiyên Kurdistanî Mehmud Hac Salêh pêk dihat.
Mele bextiyar di serdana xwe de tekez li ser peywendiyên dîrokî yên ku her du partiyên bira, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bi hev re girêdidin, kir. Her wiha diyar kir ku pêwîst e di vê demê de, yek rêziya Kurd bê parastin û di heman demê de Encumena Nîştimanî ya Kurd dilgel Desteya Bilind ya Kurd bê aktîv kirin. Ji aliyê xwe ve Ebdelhemîd Derwêş di hevdîtinê de pêşketinên di dema dawî de, yên di qada netewî û bi teybetî di derbarê rewşa Kurdî de nirxand û helwesta ne erênî ya Îtîlafa Nîştimanî ya Sûriyê ji doza Kurd re destnişan kir. Wekî din xebatên û tevgerên ku ji aliya Partiya Demokrat a Pêşverû ve ligel aliyên din yên Kurd li darketin e jî anî ziman, bi teybet xebatên ku li bajarê Serêkaniyê û devera Rêmêlanê rû dane nirxand.
Her wiha di civînê de gelek mijarên ku her du aliyan têkildar dikin hat gotubêj kirin.
PUKmedia