Sedîq Mella: Kurte çîrok: LI HER GUNDEKÎ MALEKE XWE AVAKE

Share Button

Tê gotin:

Kalekî rih sipî yê temen dirêj nexweş ket û bû yê nav nivînê , zarokê wî lê Kom bûn , kurê mezin gote Bavê xwe bi rengê gazinî :

Yabo:

Te gelek sal bûrandine û tê çê ber dilovanya xwedayê xwe û te rojekê Ji rojan şîretek li me nekir…!!!!!

Bavê wî serê xwe hilda û bi zarê xwe yê şêrîn û bi dengekî bilind gote wan:

Kurên min:

Yek şîreta min li we , her gundekî win çûnê malekê Ji xwe re li wir ava bikin….

KURÊ mezin lê vegerand û got:

Ji sibehî de ezê li her gundekî ez hermê de ezê malekê lê ava bikim..!!

Sibih hat û taştê xwe xwar, hespa xwe tekûz kir û (xurcezîna)xwe tijî zêr KIR û bi gundan ket û dest bi avahya xanya kir…!!!

Bavê wî bi karê kurê xwe agedar bû û jê re hate gotin go kurê wî çi dike

Bavê wî matmayi me Ji karê kurê xwe…!!!

Bang li kurê xwe kir û jêre got:

Kurê min dema min Ji tere got:

( her gundekî ti çû yê malekê ava bike)..!!!nayê wê wateyê ti herê xanîkekî bi kelpîç û beştan ava bikê..!!!

Min digot û ezê careka dî dobare bikim:

Her gundekî ti çûyê (hevalekî )xwe çê bikê bi kêrî te werê û alîkarya te bikê û rê ya dan û standinê li nava gundya vekê û piştgirya te bikin

Baş tê bîra min Di salên((heştyan))de di sed sala bûrî de mamostayê me û rêberê rêbaza ((pêşverw))nemir (hemîd hac derwîş )dilovanya xwedê lê be tim û tim digot:

Hevalno:

her gundekî win çûnê de hevalekî xwe lê çêbikin Ji Bona win karibin govara xwe((aldimoqiratî)Di riya wî hevali re belav bikin li nav gund…..

Tê bimînê stêrek geş di asimanê kurdistanê de , tê bimînê lêvegera resen ji kurdan re.

1 / 6 / 2020

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 88 من جريدة التقدمي

  صدر العدد (88) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في ...