Pêşverû û Yekîtî tawanên Efrînê şermezar dikin

Share Button

Daxuyanî bo raya gîştî

Piştî derbasbûna neh salan di ser qeyrana sûrî re , Û berdewamiya êş û azariyê li seranserî welêt û di nav de berdewamiya Tirkiyê di siyasetên xwe yên dagîrkiriyê di hundir Sûriyê de bi karanîna hêzên cîhadîst ên tunderew bi armanca tunekirina hebûna kurdî ya dîrokî li Bakurî Sûriyê yê ku aşkere bû di dema dagîrkirina herêma Efrînê de ku zêdetirî du salan dibin agirê dagîrkeriyê de ye.

Zêdetirî Du sala ye herêma Efrînê di bin agirê dagîrkeriyê de ye, Û ji roja Efrîn hatiye dagîrkirin û heya roja îro herêma Efrînê rastî tawan û binpêkirinan tê , çekdarên îslamî di dermafê welatiyên Kurd de berdewamin di kiryarên xwe yên ne mirovî de ji talan , dizî , û destdirêjahiya li ser samanên wan , Herwiha girtin , revandin û kuştinê bi kar tînin bi aramanca xizankirin û perîşan kirina welatiyên kurd da ku ew neçar bibin ku dest ji gund û bajarê xwe berdin û koçberiyeke zêdetir di herêmê de were kirin bi armanca sepandina endezyariya niştecîkirinê li Efrînê û gundewarên wê navnîşana wê ya berz cîbicîkirina bi darê zorê ye ( îskanî qesrî ) Bi deh hezaran ji malbatên cîhadîstan li herêmê bi cîbikin û guherîna dîmixrafî li Efrînê pêk bînin.

Herwiha bi hevanîna pirogramên Tirkirin û weşandina çanda kîn û tundiyê û berdewamiya wan di pişaftina zimanê kurdî de û wêrankirina şûnwarên dîrokî bi şêweyên rêbazî ji bo tunekirina çanda kurdan bi tevahî û çanda Êzîdiyan bi taybetî.

Di vê dawiyê de girtina jinên kurd û işkencekirina wan li pêş hêzên dagîrkeriya tirkî dubare dibe û ji destpêkê de dagîrkerên Tirk bi erkên xwe ranebûn di parastina jiyan û rûmeta sivîlan de li gorî zagonên navdewletî , ji ber vê yekê hemî Sûriyên xêrxwaz ev kiryarên hovane şermezar kirin.

Em di Partiya Pêşverû , Û Partiya Yekîtî de vê bêtar û felaketa mezin di dermafê êş û azariyên gelê xwe de li Efrînê û li herêmên sûrî yên bi agirê dagîrkeriyê dişewtin em bi tundî şermezar dikin , Û van siyasetên Tirk û Erebkirinê ya ku dewleta Turkiyê li herêmê dimeşîne em şermezar dikin.

Herwiha em bang li hemû hêzên siyasî , çandî û yasayî yên Sûrî li hundir û li derveyî welêt dikin. Û li kesayetiyên perlemanî û fermanrewayî li cîhanê dikin û ji wan dixwazin ku dengê şermezariyê bilind bikin di dermafê bêtara bi ser kurdên Efrînê de hatiye ji cînosayid û zordariyê , û fişarê li ser fermanweriya Tirkî bikin da ku rêdanê bide amûrên ragihandina cîhanî derbas herêma Efrînê û navçeyên wê bibin û komîteke vekolînê ya cîhanî were sazkirin da ku bi şêweyekî serbixwe şopandina rastiyên li meydanê bike.

Qamişlo 31 / 5 / 2020

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.

Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê ( Yekîtî ).

 

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 641 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 641 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...