Rûsya êrişên li hemberî Kurdan şermezar dike

Share Button

15Wezareta derve ya rûsyayê îro pêncşeme 1/8/2013`an ragihand ku dive hikûmeta sûriyê û opozisyon berya Cinêv 2 soz bide ku tundrewan ji welêt biqewitînin û her weha ew êrişên hêzên îslamî yên tundrew li dijî Kurdan şermezar kir.

Ev daxuyanî li ser zimanê cîgira birêvebira ragihandinê li wezareta derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarofa hat piştî revandina 200 kurd ji aliyê grûpên terrorist li navçeya til eran û Til Hasilê hatiye.

Her weha Zaxarofa diyar kir ku wezareta derve ya Rûsiya bal dikşîne ser zêdebûna çalakiyên îslamiyên tundrew yên dewleta Îslamî li Şamê û Êraqê û Cebhet Nusre li navçeyên nêzîkî sînorên Tirkiyê ku şêniyên wê kurdin.

Mariya Zaxarofa di beşekî din de got. Çekdarên ku li Humisê û nêzîkî Şamê û li başûrê welêt rastî şikestinan li ser destê hêzên hikûmeta sûriyê tên, berê xwe dane kurdan û dixwazin Sûriyê li ser bîngeha netew û tayîfegeriyê parçe bikin.

Zaxarofa teqez kir û got: Em di êrişên wan komên çekdar yên tundrew de tolhildanê dibînin ku dîtinên wan yên siyasî yên cuda hene û dixwazin li navçeyên xwe bi xwe xwe rêve bibine.

Berpirsa Rûsî cext li wê yekê jî kir ku, ew bi tundî êrişên tundrewan li hemberî xelkên sivîl yên Kurd şermezar dikin.

PUKmedia/Rûsiya Today

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

بطاقة شكر وتقدير

بطاقة شكر وتقدير تتقدم اللجنة المركزية للحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا بجزيل الشكر والتقدير ...