Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû a Kurd li Sûriyê Ebdelhemîd Derwîş bi tev nûnerê Partiya Pêşverû li Herêma Kurdistanê Elî Şemdîn, li bajarê Silêmaniyê serdana nivîsgeha ragihandina navendî a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kirin.
Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû Ebdelhemîd Derwêş ji aliyê berpirsê nivîsgeha raghandinê a YNK`ê ve Birêz Azad Cundiyanê ve û cîgirê serokê rojnameya El-Îtîhad Mustafa Salih Karîm ve hate pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê Derwêş bal kişand ser rola ragihandina navendî a Yekîtiya Nîştmanî ya Kurdistanê di birêvebirina raya giştî a Kurd de, her wiha rola ragihandina navendî a YNK`ê di piştgirya ku dide tevgera siyasî a Gelê Kurd li Sûriyê û Gelê Kurd bi giştî di şoreşa Azadiyê de li Sûriyê giran biha nirxand.
Ji ber va rola girîng ku ragihandina navendî aYNK`ê dike û bi helkefta (56 ) salvegera damezrandina Partiya Demokrata Pêşverş a Kurd li Sûriyê, Sekrterê Partiya Pêşerû Hemîd Derwêş xelatek pêşkêşî berpirsê ragihandina navendî a YNK`ê Birêz Azad Cundiyan kir, her wiha Kenala Gelê Kurdistanê a ezmanî jî, ji ber ku ji dest pêka şoreşa Sûriyê ve bi teybet pirsa Kurd ji nêz ve şopandiye xelat kir.
Di dawiya hevdîtinê de, Birêz Azad Cundiyanî spasiya xwe pêşkêşî Birêz Hemîd Derwêş kir, û tekez kir ku li kur dibe bila bibe, dê her dem ew ê piştgiriyê bidine doza Kurd, her dema ew ê dengê Gelê Kurd bine dengê êşa gel bine û hêviyên Gelê Kurd di azadiyê de û rizgariyê de bine.