Rêxistina Efrînê ya PDPKS: 121 saliya Rojnameya Kurdistan pîroz dike

Share Button

Rêxistina Efrînê ya PDPKS: 121 saliya Rojnameya Kurdistan pîroz dike

Pîroz Name

Dostên Rûmetdar

Hevalên cefakêş û xebatkar

22 Nîsanê li me dibe mêvan destên we saxbin hûn vê bîranînê li her derê bi bîrtînin û  vedijînin Lê  Efrîn dagîrkiriye û gelê me li wê herêma ciwan û bêrdar her roj rastî Talan , Girtin , Lêdan û kuştinê tê , Herwiha kiryar û siyasetên kevneperest ji aliyê Dewleta Tirk  û çolaxên îsalmî yên tunderew berdewame , Hêvîdarin di bîranîna 122 sala rojnameya Kurdistan de em ji her derê ji Cizîr û Kobaniyê li navenda bajarê Efrînê hev bibînin û li ber Bendava Meydankê em vê babeta netewî vejînin.

Bi helkefta bîranîna 121 saliya roja rojnamegeriya kurdî bi nave Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û bi nave Desteya Sernivîser a Rojnameya Pêşverû Em germtirîn silav û pîrozbahiyên xwe li tevahî rojnamevan , nivîskar û medyekarên Kurd dikin, Herwiha em pêşketinê ji hemî rojname , kovar , malperên elktironî û ji televizyonên kurdî re dixwazim.

Hêvîdarin ku Ragihandin û çapemeniya kurdî bêtir nêzî êş û azara miletê me be.
Bi vê bîranîna giranbuha em bang li tevahî sernivîserên rojnameyan , medyekar û rojnamevanên xwe dikin û ji wan re dibêjin:

Ber bi xebateke zêdetir ji bo gihandina helwest û peyva rastgo û ber bi Ragihandineke kurdayetî dûrî nerînên partîtî yên pîsik û teng.

Li dawiyê û Bi nalîna dengê birçiyan , bi qêrînên sêwiyên  Kurdaxê û lîliyên dayikan em dibêjin Sed silav li giyanê te Ey mîrê Ragihandina kurdî , bijî xebata gelê  kurd , bijî 121 saliya roja Rojnamegeriya kurdî.

Efrîna dagîrkirî  22 / 4 / 2019

Rêxistina Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

خالد بركات : قصة السلحفاة والأرنب

بعد مرور أسبوع على سقوط نظام الطاغية الأسد، الأحداث تتسارع على مدار الساعة في العاصمة ...