Di bîranîna 121 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de

Share Button

Dostên Rûmetdar

Hevalên cefakêş û xebatkar

Silav li we hemiyan

Di 22 Nîsana 1898 an de û berî bi 121 salan Mîrê rojnamegeriya kurdî Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîreyê, li paytexta Misirê rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya kurdistan derdixe û dûrî axa Kurtdistanê li derveyî welêt belav dike..
weşandina Rojnameya Kurdistan  ne tenê xebateke neteweyî û rewşenbîrî ye lê belê ew rojname şoreşeke çandî bû di dîroka miletê kurd de. Û ji wê rojê de heya roja îro roja22yê Nîsanê medyekar û dezgehên ragahandinên kurdî û tevahî gelê kurd li her çar parçyên Kurdistanê û li derveyî welêt hersal vê rojê bi bîr tînin û pîoz dikin.

Di wê serdemê de rojnameya kurdistan bi rolekî girîng radibû bi gihandina zanyarî û bûyerên navçeyî û cîhanî û Kurdistanî, lewra rewşenbîr û pêşngê gelê kurd Miqdad Midhet Bedirxan ev valahî dît û bi xebateke bêhempa ev valahî bi weşandina rojnameya Kurdistan dagirt û bû destpêkek ji bo rojnamegeriya kurdî, û niha jî bûye dîrokeke giranbiha di rojnamegeriya kurdî de.

Miqdad Midhet Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên:

“ Di dema me ya îroyîn de, êdî her tiştên ku li dinyayê diqewimin, ji hêla rojnameyan ve tên nivsandin û ragihandin. Gelek tiştan em ji rojnameyan fêr dibin. Lê mixabin, kurd, ên ku hew çend wêrek, agîd û merd in, ji tiştekî wiha kêrhatî kêm mane. Ez jî vê rojnameyê derdixim da ku, we kurdan ji qewimînên dinyayê agahdar bikim, reyên zanistî û merîfetê nîşanê we bidim û we teşwîqê nivsandin û xwendina kurdî bikim…”

Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li kuderê mirov fêr dibe, li kuderê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li kuderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.»

 

Rojnameya Kurdistan li serhev 31 hejmar derketin. Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêşîn derxistine, lê ji ber zordestiya dewleta osmanî Miqdat Midhet Bedirxan nema karibû derxista, loma birayê wî Ebdilrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir. Ebdilrehman Bedirxan jî ji ber zilma dewleta Osmanî, piştî Qahîreyê, li Swîsre û Îngilîstanê dest bi derxistina rojnameya Kurdistan kir. Rojnameya Kurdistan li ser hev 31 hejmarên wê derketin (hejmar 1, 1898- hejmar 31, 1902).

Hejmarên 1’ê heta 5’an li Qahîreyê, hejmara 6’an heta 9’an li Cinêvê li Swîsrayê, hejmara 20’an heta 23’an dîsan jî li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, hejmara 25’an heta 29’an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û hejmara 30’î heta 31’ê careke din li Jinevê hate weşandin.

Di heyama 47 meh û 22 rojan de, di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Di 13’ê Nîsana 1909’an rojnameya «Kurdistan» ji aliyê Osmaniyan ve hate rawestandin.

Bi derketina rojnameyên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û kultura rewşenbîrî ya nûjen û hişyarbûna netewî ya kurdî dest pê kir. Ji wê rojê de têkoşîna rêxistinî û rojnamegerî ya miletê kurd li seranserî Kurdistanê dest pêkir.

Di vê derbarê de Li Kurdistana Sûriyê jî tevî astengî û çav soriya rêjîma Bes a şovînî li ser miletê kurd xebatek ragihandinî hêja hatiye kirin û gelek rojname û kovar bi zimanê kurdî hatine weşandin wek :

Dengê Kurd , Dîmoqratî , Gulistan ,Kurdax , Zanîn , Pêşverû , Aso , Gelawêj ,Hêvî , Pirs ,Newroz , Stêr , Deng  û gelek rojnameyên din.

ji ber çav sorî û hovîtiya dagîrker û karbidestan Gelek rojnamevanên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindan kirin û kuştin, di salên 90î de li Kurdistana Bakur, rojnamevanên paye bilind û navdar wek Mûsa Enter, Huseyin Deniz, Medet Serhat, Hafiz Akdemir û hîn gelekên din ji alî dewleta tirkan ve hatine kuştin.

Bi helkefta 121 saliya rojnameya Kurdistan ez germtirîn pîrozbahiyan pêşkeşî gelê xwe û hemî hevalên xwe yên rojnamevan û medyekar dikim , û cejina hemî nivîskarên gelê kurd dikim, û hêviya min ewe ku xebat û tekoşîna malbata Bedirxaniyan bibe ronahiyek ji riya xebata rojnamevanên Kurd û rojnamegeriya kurdî re.

Silav li giyanê Diktor.Kamîran , Diktor Nûredîn Zaza , Rewşen Bedirxan , Qenatê Kurdo ,Hemreş Reşo , Cegerxwîn .Sed silav li giyanê hersê rojnamevanên hêja: Ferhad Çelebî , Rezoyê Osê ,û Selah Berwarî               

sed silav li giyanê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan 

Pêşketin ji Ragihandina Kurdî re

                                                      22 / 4 / 2019

Hişmend Şêxo 

Endamê Komîta Navendî ya

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

خالد بركات : قصة السلحفاة والأرنب

بعد مرور أسبوع على سقوط نظام الطاغية الأسد، الأحداث تتسارع على مدار الساعة في العاصمة ...