Di 2.6.2018 li bajarê Koln li Almaniya şandek ji komîta rêvebir ya rêxistina Almaniya ya Partiya Dîmoqrat ya pêşverû Kurd li Sûriya bi Rêxistina Almaniya ya Partiya Sozialist ya Kurdistan kombûnek pêkanî
Kombûn bi atmosfêrek dostanî û biratî bi rêve çû, di kombûnê de mijarên hevbeş yên girêdayî rewşa Kurd li hindur û dervayê Kurdistanê hatin gengeşekirin
Herdu aliyan tekez li ser pêwendiyên navbera herdu partiyên bira de kirin, nemaze li Almaniya , çimkî Almaniya welatê ku mezintirîn revenda Kurd lê heye
Hêjaya gotinê ku şanda pêşverû ji Mecîd Arabo , Mecîd Mohammad, Mustefa Tewfîq, Xelîl Keleş, Ismet Xelîl , Serdar Omer, Şêrzad Ibrahîm, Dara Necar , Ciwan Hîto, Çetîn Mohemed, Dijwar Berekat û Farhad Mîro pêkhatibû, her weha şanda PSK ji Bekir Topgider û Lazgin Aydogmus pêkhatibû
Komîta Ragihandinê ya rêxistina Almaniya ya Partiya Dîmoqrat ya Pêşverû kurd li Sûriya.
03.06.2018