Partiya Pêşverû 43 saliya damezrandinaYekîtî Niştimanî Kurdistan pîroz dike

Share Button

( Pîroz Name )

Birayê hêja : Kosret Resûl Elî
( Cîgirê Emîndarê giştî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan ).

Birayên hêja : Endamên Nivîsgeha Rêzanî û Endamên Encûmena serkirdayetî ya Partiya we ya bira.

Silaveke Rastgo

Bi babeta bîranîna ( 43 ) saliya damezrandina partiya we ya bira ( Yekîtî Niştimanî Kurdistan ) , û bîranîna ( 42 ) saliya rêketina şoreşa kurdî ya nûjen bi rêbertiya serokê koçkirî Mam Celal , Bi navê xwe û bi navê serkirdayetiya partiya me ( Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ) , û bi navê hemî endam , kadir , û xebatkarên partiya me
Em germtirîn pîrozbahiyan li we dikim û di rêya were em pîrizbahiyan li hemî heval û dostên we dikim ewên ku di destpêka xebata netewî de bûn ji bo pêkanîna Azadî , Federalî û Dîmoqratiyê..

Ey birayên hêja û xebatkar

Bîranîna damezrandina partiya we ya xebatkar li me dibe mêvan bi tunebûn û nebeşdarbûna ramendê damezrenêr û endezyarê vê rêbazê û serokê şoreşa kurdî ya nûjen heval Mam Celal , Lê sebir û aramiya me ji vê yekê tê ku ev partî bû dibistaneke xebatkarî û bi sedan ji xebatkarên payebilind di nava xwe de hembêz dike ewên ku bi hemî şiyana xwe xebitîn ji bo yekrêzî û yekîtiya partiya xwe û ji bo pêkanîna armancên xwe yên bi dirêjahiya 43 salan ji ber ve karkirine û xebitîne , û bê gûman encamên hilbijartinên dawiyê vê rastiyê tekez dike.

Li dawiyê carekedin Em pîrozbahiya we dikin û pêşketin û serkeftinê ji xebata were dixwaxin di xizmet doza Azadî û Demoqratiyê ji Iraqê re bi tevahî û ji bo xizmeta gelê Kurdistanê û parastina ezmûna federalî û destkeftiyên ku bi xwîna pakrewanên dilêr hatine bidestxistin , bi hevkariya hêzên kutdistanî re.

– Silav li bîranîna ( 43 ) saliya damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan.

– Silav li giyanên wan pakrewanên leheng û dilêr ewên ku bi xwîna xwe ya pîroz û giyanên xwe yên pak agirê şoreşa nûjen vêxistin

Qamişlo 1 / 6 / 2018

Ebdilhemîd Derwîş
Sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 639 من الديمقراطي

صدور العدد الجديد (639) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : من المعلوم ...