Li Eruhê neft hat dîtin

Share Button

40993Ji xebatên lêgerîna neftê, xeberek baş hat. Li sêrtê nefta ku gravîteya wê herî bilind e, li herêmê hat dîtin. Ji hêla aboriyê ve nirxa wê di rojên pêş me de wê diyar bibe.

Li navçeya Eruhê, şirketekê neftê di meha tebaxê de dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Di bîra ku di 2 hezar û 500 metro kûr, hat vekirin de neft hat dîtin.

Di encama xebatên ceribandinê de hat diyar kirin ku neft xwedî 42.3 giravîteyê ye.

Waliyê Sêrtê Ahmet Aydin: “ herêma me pirr girîng e. Lewra li cihên nêzîk wek li Sûriyê û İraqê neft heye. hewceye ku li vê herêmê jî hebe. ev her tim dihat zimên. em ê bi van xebatan bêtir encamên girîng bi dest bixin.”

Hat diyar kirin ev nefta ku hatiye dîtin, ji neftên ku heta niha li herêmê hatine dîtin, hêjatir e.

Der heqê ceribandina neftê de Xebat wê di rojên pêş me de jî bidomin.

Endezyarê Erdnasî Huseyin Yildirim: “di encama ceribandinên hilberînê ku tên kirin de an jî piştî hilberîna 2 û 3 mehan, li vê herêmê nefteka bazirganî û aboriyê heye an na? em ê hîn bibin. Paşê jî heke nefta aboriyî hebe em ê xebatên xwe yên li vê herêmê bidomîn in.”

Ji bîrekê di rojê de wê 200 warîl neft were derxistin.

Heke ceribandina xebatan erênî derkeve, hilberîn wê bêtir zêde bibe.

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 639 من الديمقراطي

صدور العدد الجديد (639) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : من المعلوم ...