Behmen Qubadî: Mayîn beşek ji laşê zarokên Kurd e

Share Button

بهمن قوبادي – Derhêner û fîlmsazê navdarê Kurd Behmen Qubadî derbarê qurbaniyên mayînan li Rojhilatê Kurdistanê peyamek belav kir û dibêje “nasnavê cîranekî min mayîn bû, Hebîbulah Mayîn, kesî nedizanî di kîjan şerî de ew paşnav jê re hatibû diyarîkirin, mayînê yek ji piyên wî bi yekcarî bi xwe re biribû û ew nasnav dabû wî.”

Peyama Qubadî wiha berdewam dike: “Tevî ku Kurdistanê yek mayîn jî çênekiriye, lê hest dikim Kurdistan ji destpêkê bi mayînan re ji dayik bûye. Rojane li Kurdistanê qurbaniyên mayînan hene û mayîn ji bo kêmendamkirina Kurdan çêbûne, ji bo birina dest û piyên zarokên Kurdan, mayîn êdî beşek ji laşê zarokên Kurdan e.”

Qubadî di peyama xwe de ku bi sê zimanan weşandiye wiha qala têkiliya mayînan û filmên xwe dike: “Di filmê ‘Dema Hespên Sermest’ de behsa wan kolberan tê kirin ku beriya bighîjin sînoran dikevine ser mayînan. Di film de min mirinek raxistiye ber çavan ku bo cara pêşin bûme şahidê wê. Herwiha di filmê ‘Kîsel jî Difirin’de lîstikvanên me di rastiyê de qurbaniyên mayînan in.”

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 87 من جريدة التقدمي

صدر العدد (87) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في منظمة ...