Di van rojê dawî de alayên li ser Komeleya Ciwanên Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê ji aliyê polîsan ve bê agahdarî hatin daxistin.
Ala Rengîn rûmeta me ye, weke her neteweyan,nirxên Kurdistaniyan yên jêneger jî hene,Ala rengîn remza temamê Kurd û Kurdistaniya ye.
Ji aliyê din ve,li Zaningeha Artukluyê li ser xebatên çanda Kurdî tehamulî nekirin û Prof. Dr. Kadri Yıldırım bi komployekê hate binçavkirin.
Dîsa,piştî ku Partiya Azadiya Kurdistanê bi fermî muracaata damezrandina xwe kir, mixabin bi awayekî ne qanûnî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, belgeya teslîmwergirtinê teslîmî damezrenêrên PAKê nekir.
Ev helwesta li djî PAKê, binçavkirina Kadri Yıldırım û ya li dijî alaya Kurdistanê, nîşana siyaseteke nû ya Hikûmeta AKPê ya li dijî azadiyê, demokrasiyê û nirxên neteweyî ye.
Li ser van tehamuliyên nirxên Kurd û Kurdistanê, serokwezirê Tirkiyê birêz Ahmet Davutoğlu dibe mêvanê Herêma Kurdistanê; ev nakokî nayê îzahkirin.
Em saziyên ku li jêr îmza wan hene,bêhiqûqiyan şermezar dikin û hikumetê dawetî hiqûqê dikin.
PAK
HAK-PAR
KADEP
KUDP-H
HEREKETA AZADî
DDKD
DİYALOGA DÎCLE Û FIRATÊ
TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ