Gotina Elî şemdîn ku Bi navê (ENKS), di rê u resma, roja Şehîdên Y N K

Share Button

 Bêrz Kosret Reûsl cgirê Yekem yê Sekreterê YNK1506461_743198482426277_2535774562483248733_n

Berêz Fûad Masûm Serok Komara îraqa Fîdral
Serkirde û Kadir û Endamên YNK
Kes û Karen Şehîdên serberz
Birayên hêja .. Beşdarên berêz
Silav bo we tevan..
Bi navê Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriya (ENKS), Em sipasiya we dikin ku we em xwestin vê rê u resmê, ku îro hatiye sazkirin bi bona roja Şehîdên Yekitî Niştimanî Kurdistan.

Belê raste: Kem bijî, Kel bijî..
Ev silogan, bi rasteqine hate meydanê, dema ku YNK bi rêberiya berêz Mam Celal, giringtirîn û tirsnaktrîn biryar da ku yekem mefreze ya çekdarî destnîaşn bike, bo vêxistina şoreşa nû ya miletê kurd li başûrê Kurdistan, wê çaxê ewan qehremanan biryara xwe ya wêrane dabûn ku yan di vê bi Azadî bijîn, û yan jî berû mirin di çin.
Belê, biryareke dirokî weha zor hestiyar, û di barodexeke ne li bar de, ew bi xwe di rastiya xwe de biryareke xwekujî bû, ji ber ku Şoreşa êlûnê taze têkçûbû, û miletê kurd jî di bê heviyê de di jiya, li hember jî rêjîma Sedam ya xwînmij xwe bi hêztir kiribû, û pêwendiyên xwe yên derekî û yên navxweyî xwirtir kiribûn, herwiha YNK jî taze hatibû damezrandin û baş xwe amade nekiribû ji vê şoreşa çarenûsaz re..
Di barodoxeke wiha ne li bar de, agirê Şoreşa nû hate vêxistin û bi xwîna dehan hezar Şehîdên Qehreman yên YNK agirê vê Şoreşê geştir kirin, xwîna wan şehîdan bû çirûska agirê wê Şoreşa mezin û berfireh, ku rêjima Sedam da hilweşandin, û ev Azadî û demoqratiya ku îro em têde bi serfirazî di jîn, bi dest xwe ve anî ..
Belê, îro jî Karwanê Şehîdbûnê her berdewame û birêve diçe, li dijî rêjîmên dictatorî û li dijî hêzên tûndrew mîna Daiş û hev şêweyên wê li seranserê sînorê Kurdistan, ji Efrîn û Koban û Qamişlo, ta Şingal û Kerkûk, û Celewla û Xaniqîn..
Beşdarên berêz:
Diyare ku derfeteke zêrîn hatiye pêş miletê kurd li Sûriya, bo wergirtina mafê xwe, tenê yekrêzî pêwiste, di vê derbarê de rêkeftina Dihokê di nav bera (ENKS û TEVDEM)ê de, bingeheke başe ji bo yekrêziya kurd li Sûriya, û divê bi zûtirîn kat were cîbicîkirin, û herdû alî bi hevre karibin (Lêveger û Hêza çekdar û Rêvebiriya) hevbeş pêk bînîn, û çi astengiyên ku li pês vê armancê hene divê zû werin rakirin..
Di dawî de, serxwesiyê ji kes û karê sehîdên ser berz re dixwazin.
Silav li roja Şehîdên YNK ..
Silav bo berxwedana Miletê kurd li rojavayî Kurdistan, û li Kobanê bi taybet.
Silav li canê Şehîdên Kurd û Kurdistan.
Yê we jî beşdarvên ezîz, her ser berz û serfirazbin!
21.11.2014
Nuneratiya Herema Kurdistan, ya
Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriya (ENKS)

 

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد 84 من جريدة التقدمي

صدر العدد (84) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في منظمة ...