HEVDÎTINEK BI PARTIYA SOSIYALÎSTA KURDISTANÊ RE

Share Button
Di Roja Yekşemê 25/2/2024an de li bajarê(Birîmen) li Almaniya , bi amedebûna mamoste (Selman Heso) endamê komîta navendî ya partiyê hevdîtinek rêzanî di navber partiya me de “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” (PDPKS) û Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) de pêkhat.
Di wê hevdîtinê de heval Selman bi hûrbînî balkişand ser peywendiyên me yên dîrokî bi Partiya Sosyalîsta Kurdistanê re ji demên borî de û heya bi vê demê , herwiha hevalên (PSK)ê jî nîşan dan ku ew van peywendiyan bilind dinirxînin , û herdû aliyan tekez kirin ku wê di rojên pêş de bi hevre karên hevbeş bikin.
Piştre hevalê Selman balkişand ser encamên Kongireya me ya Şazdemîn çi ji aliyê rêzanî ve û çi jî ji aliyê rêxistnî ve.
Hevalên (PSK) dan xuyakirin ku wan kongireya me baş şopandine û pîroz dikin .
Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

Pîozpahiya Pêşverû û Yekîtî ji Dem partî re