أخبار عاجلة

Hesekê: Di navbera YPG`ê û hêzên rêjîmê de şer derket

Share Button

1112/5/2013

Îro 12/5, yekşeme li bajarê Hesehê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û şebîheyên rêjîma sûriyê de şer derket û 5 endamên şebîheyan hatin kuştin.

Li gor nûçeyeke ajansa ANHA belavkiriye ku, grûpeke alîgirên rêjîma Sûriyê îro li nêzîk bazgeheke YPG`ê otomêlek teqandine û bi bombeyan êrişî hêzên YPG`ê kirine û piştre pevçûn di navbera hêzên YPG`ê û wê grûpê de derketiye û hîna jî pevçûn berdewamin.

Her weha hatiye ragihand ku di encama şer de heya niha 3 endamên şebîheyan li qada Teyr hatine kuştin û 2 jî li navçeya pîşezasiyê ya bajarê Hesekê hatine kuştin.
Hêjayî gotinê ye ev demeke grûpên çekdar û care jî alîgirên rêjîma sûriyê êrişên xwe li navçeya Hesekê û Til Temirê berdewam dikin. Ji aliyê xwe ve jî hêzên Yekîneyên Parastina Gel berevaniyê li navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikin.

PUKmedia

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

برقية تعزية من الأخ يوسف زوزاني (نائب رئيس مؤسسة الرئيس مام جلال) برحيل المناضل عمر جعفر

برقية تعزية من الأخ يوسف زوزاني (نائب رئيس مؤسسة الرئيس مام جلال): الرفاق أعضاء المكتب ...