12/5/2013
Desteya Bilind a Kurd li Rojavayê Kurdistanê diyar kir, ku pêvajoya rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Ebdulah Ocelan destpê kiriyê bo çareseriya pirsa kurd li Bakûrî Kurdistanê erêniye, her wiha diyar kir ku pêvajoya aştiyê a li Bakûrî Kurdistanê û Tirkiyê dest pêkiriyê, wê ji bo Kurdên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî erênî be.
Berdevkê bi navê Desteya Bilind a Kurd li Rojavayê Kurdistanê Ehmed Silêman îro yekşemê ji PUKmediayê re di daxuuyaniyekê de ragihand, ku destpêşxêriya Ocelan pêşkêş kiriye gelekî bo Tirkiyê û herêmê girînge, her wiha diyar kir ku bo Kurdan jî li hemo herêmê gelekî girînge, ku dewleta Tirkiyê li gel vê destpêşxêriyê bersivdar be, ji ber wê Kurd ji bin barekî giran a ku herdem li hermê û li herçar perçeyên Kurdistanê li dijî pêşeroja Kurdan bû ye xilas bibine,wekî din balkişand ku pêwîste her du alî bi cidiyet nêzî vê pêvajoyê bibine.
Her wiha Endamê DBK li Rojava yê Kurdistanê Ehmed Silêman daxuya kirin, ku pêwîste di vê demê de hemû hêzên Kurdistanî yên li Bakûrê Kurdistanê ne piştgiriyê bidine vê destpêşxêriya ku Ebdulah Ocelan pêşkêş kiriye û di vê derbarê de xwediyê yek helwestî bine, û da zanîn ku piraniya gelê Kurd û Tirk piştgiyê didine vê destpêşxêriyê, her wiha civaka navnetewî jî piştgiriyê dide vê pêvejoya ku niha li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê destpê kiriye.
Di derbarê gotegotên ku radighînin, ku wê endamên PKK`ê li Rojavayê kurdistanê bi cih bibine, di vê dema şer û pêvçûnan de li Sûriyê, Ehmed Silêman diyar kir ku tiştêekî wer li ber çavê di vê demê de diyar dike nîne û tu metirsiyeke wiha jî nîne, her wiha diyar kir ku serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê , wê ji bo hemû kurdan erênî be û biteybet ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.
Hêjayî gotinê ye ku Partiya Karkerên Kurdistanê roja çarşemê 8/ 5/ 2013`e û di çerçeveya pêvajoya aştiyê de, dest bi pêvajoya xwe pêşvekişandinê ji Bakûrî Kurdistanê û Tirkiyê kir, her wiha hevserokê Partiya Aştiyê û Demokrasiyê Selahedîn Demitaş tekez kir ku endamên PKK`ê dest bi pêvajoya pêşvekişînê kirine û berê xwe dane çiya`yê Qndîlê a li Herêma Kurdistanê ye.
Partiya Karkerên Kurdistanê roja sêşemê 7/5/ 2013` e, ragihand ku wê ew di çerçevayê pêvajoya aştiyê de, hêzên xwe paşve vekşînê, lê Enqerê hişyar kir ku her çalekiyek li dijî hêzên wandi dema vekîşnê de, lidarkevê wê pêvajoyê bixe rewşeke mersîdar de.
PUKmedia