Bê guman rew?a sûriya roj bi roj xirabtir dibe her diçe ku?tin , malwêrankirin , xirakirina bajar û gundan , serjêkirina mirovan , penaberkirina miletê bê guneh bihtir dibe , sûriya buye çiravek pir qerêj û bihnek pîs li ser dikeve , sûriya buye gorîstana mirovatiyê û ?aristaniyê , hêjmara ku?tiyan ji sed û bîst hezaran bihûriye û her weha hêjmara girtiyan buye bihtir ji du sed hezaran û ên penaberan buye bihtir ji neh melyonan , gihaye radeyekî ku mirov dikare bêje kes di sûriya de bê par ji ê? û azaran û birçîbûnê nemaye , hemû aliyên hevrik di qada sûriya de gihane astekî ku derî li pê?iya wan hatiye girtin û nema dikarin gavekî bavêjin li ser erdê , çi di warê siyasî û çi di warê le?kerî de , ewjî gelek sedemên wê hene , hem ji nakokiya navnetewî û hem ji nakokiyên di nav rikberiyê xwe de , lewra pêwistiya çara siyasî xwe da pê? , di vî warîde ez gunhê vê rew?a xirab a sûrya têxim stuyê du aliyan de, aliyek jê ricîma diktator li ?amê , her wesa tundiyek bê sînor bi kar di anî li himber xwepê?andanan ,bi firokan , tankan , bermîlên bumbekirî , hawinan , mo?ekên skod , jehra kîmiyawî , ji bilî derbaskirina hêzên herî hovane û tuderew ên ji jehra kîmiyawî pîstirin ên wek Dewleta Islamî a Iraq û ?amê ya tê naskirin bi navê Da-i? û Cebhet Elnusra di nav ?ore?ê de , daku ?ore?ê bi rengekî teror bide pê?kêkirin ji raya gi?tîre , bi mixabinî ez di bêjim ew pîlanên Elesed bi cî bûn û bandorek xirab çêkir li ser ?ore?ê , aliyê din dost û hevalên gelê sûriya , gelek dereng man di warê alîkariya ?ore?a a?tiyane ya gelê sûrî û ew soz û peymanên li ser xwe di girtin bi cî ne di kir , ji bilî nezanîna rikberiya sûrî û pi?tevaniya wan ji hemû hêzên tunderew re bê cudahiyê bike navbera artê?a azad û wan hêzên biyanî de , bi vî awayî roj bi roj ?ore? ji armancên xwe ên ni?timanî ên rewa der dikeve ber bi armancên olî di çe û pihtir ji wê ber bi ên mezhebî di çe , li vêderê her yekî kurd pirsê ji xwe dike ka gelo em ji bû van armancan be?darî ?ore?ê bûne? , ger ricîma dîktator li serkeft yan tunderewên misulman ên wek Da-i? serkeftin ka çi cudayî heye ? gelo emê ne ji bin baranê herin li bin ?irikê wek kurd dibêjin ?ka gelo çi berjewendiyên me nav ?erek ta-ifî de heye ?
Di baweriya min de ev pirs pirsnin rewane , ji ber kurd di hest û mejû û bîr û baweriyê xweda ne girêdaye pirsgirêkên olî û her wesa pirsgirêkên ta-ifî , ev ji alîkî , ji aliyê din kurd be?darî ?ore?ê bûne weke hemû gelên sûrya di despêkê de da diktatoriyetê bi pa? xwe bihêle û sîstemek dîmoqrat pir reng û fidral bi cî bîne , her weha pi?tî ewqas ku?tin û malwêrankirin bila em hemû bi zanin ku çi ?ikestinek le?kerî peydabe qet ?ens tuney ji avakirina sîstemek dîmoqrat , lê di gumana minde derfet heye berevajî wê bi temamî çêbe , ango imkana avakirina sîstemek deha tundtir û hi?iktir ji berê heye , ji bilî tulhildana civakî û nexwazim a ta-ifî .lewma ez di bêjim ,ne tenê qirkirina helwesta kurdan di navde heye lê belê qirkirina helwesta hemû gelên sûriya di nav de heye , bi rengek din ger radîkalên misulman yan ricîma diktator li ?amê serkeftin bi rengê le?kerî bi dest xwe anîn , herdu alî ên hewl bidin bi hemû awan bi destek ji hesin û agir desthilata xwe deynin li ser miletê sûriya daku wî kontirol bike , wê çaxê divê kes serî hilnede, û divê miletê sûrya ji bîr bike ka ji bû çi ?ore? pêxist bû .
Daku rê li pê?iya pihtirîn ku?tinê û wêrankirina malaln û penaperkirina miletê sûrya ên bê guneh pêdiviya hemû hêzên dîmoqrat pi?tevaniya çara a?tiyane bike , ger bi çi navî be ne pirsgirêke , ciêfa diwem be yan parîs be yan hololo be ne xeme tene çare xeme , lê pêdiviye çarek dadmendî be , cihê diktatorê mezin û dûvikên wî di navde tunebe , û dîmoqratî û pirengî cihê xwe bibîne di sûriya nû de û mafê hemû pêkhatiyên sûrya bi cih bike , wek kurd û a?ûr û Siryan û Diroz û Ezîdî ên din , her weha bi hemû awan ji kurdan tê xwestin pi?tevaniya çareseriya a?tiyane bike, min bawerî heye ku hemû hêzên dîmoqratxwaz hêviyê di kurdan de di bînin ku ew inceq bi karibin piroja dîmoqratkirina sûriya li ser milê xwe bigrin , ji ber ew di mêjuyê xwede hêzin dîmoqratxwazin .
Ferhad Mîro