Bawerê Omerî
Hejmarek pir kêm ji Xwendevanên ku bi pêvajoya dîroka rojhilata navîn hinekî mi?ûl in, dizanin ku ev welatên nû hatine bisînorkirin bermayê çi qûnax û derebegî û ?ahin?ahiya ne, û dizanin jî bê bi navê miletên xwe çiqas ?erên dijwar li dijî hev kirine, bo nimûne, Feroniyan ?erên dijwar li dijî miletê Hitî kirine, û bi salan A?ûriyan ?er li dijî Horî, Sobarî, Kardoxî, Mîtanî, kasî, Nayrî, Lorî, Xalta. Gutî û Madiyan (Kurdan) kirine, A?ûriyan fermana Israîliyan anîn û paytexta welatê wan Or?elîm wêran kirin, ?ahin?ahiya Madî (Kurdî) bi alîkariya Kildan û Babiliyan ?ahin?ahiya A?ûriyan di ?er de ?ikand û welatê wan wêran kir û Cihûyên dîl ji bin destê A?ûriyên sitemkar rizgar kir, Iskenderê Meqdûnî dijminê pê?î yê Farisa bû, û ?ahin?ahiya Farisî di ?erên dijwar de ?ikand û welatê wan wêran kir, ?ahin?ahiya Romê ?erê Kurd û Ereb û Emazîxan dikir, Feroniyan ?erê Israîliyan dikirin, Cihûyan bi navê ola xwe ?erê peyrewê Isa dikirin û di nav wan de golên xwînê çêbibûn, Filehan bo heyfa Isayê pêxember hilînin, bi dest be?ekî ji Ereban ?erê Cihûyan dikirin, Cihûyan bi destê be?ekî ji Ereban ?erê Filehan dikirin, Zerede?tiyan xwe bi xwe li dijî hev ?erê hevdû kirine, Cihûyan xwe bi xwe ?erê hevdû kirine, Filehan gelek caran xwe bi xwe li dijî hev ?er kirine, Ereban bi navê Xwedê û ola Islamê ?erê Zerede?tiya û Cihû û Filehan dikirin, û Misilmanan jî xwe bi xwe ?erên dijwar li dijî hev re kirine.
Bi ?êweyekî gi?tî Tirk û Farisan, Tirk û Ereban, Kurd û Farisan, Faris û Ereban, Tirk û Ermenan, Urûs û Tirkan, Ereb û Kurdan, Teter û Ereban, Kurd û Tirkan, Teter û Kurdan, Tirk û Yewnaniyan, Tirk û Ewropî û Teter û miletên rojhilata navîn, van miletan hemiyan li ser xaka rojhilata navîn ?erê hevdû kirine, û gelek caran miletê heman êl û netewê xwe bi xwe ?erê hevdû kirine.
Pi?tî rûxandina ?ahin?ahiya Osmanî, û dawiya wan bobelatên mezin ku di hevçerxa desthilatdariya wan de çêdibûn, hat, rûpelên dîrokê ?anî me daye ku bi pîlan û di rêkên ne dadwer de, cîhan li çend dewletên bi hêz û sermayedar hatiye parvekirin, û li dijî daxwazên hinek miletan û li gor berjewendiyên xwe li seranserî cîhanê dewletên bi çûk û mezin damezirandine, û bi vê qûnaxa nû re careke din ev miletên rojhilata navîn to?î bobelatên pir mezin hatin, yek ji bermayê wê dîroka re? ya ku mîna darekê bi xwînê hatiye avdan, Sûriya ye, di destpêka sed sala bîstan de Sûriya li gor peymana Sykis – Bîko hatibû damezirandin û li gor bendên wê peymanê ew kete di bin destê dewleta Firensa de, bêyî ku kes guh li nerîn û vîna pêkhatiyên vê dewleta ku di bingeha xwe de hîn jî negihijtiye asta dewletan bikin.
Her miletek ji pêkhatiyên Sûriyeyê li benda delîvekê bûn, ku tola xwe ji miletên din hilîne, bo nimûne, Be?ek ji nezan û ?ovîniyên Filehan (Sûriyan, A?ûr, Nestûrî, Ermen, Kildan, Rom û Marûnî) li benda guhertinekê bûn ku li rojhilata navîn çêbibe û bi sitemkarî tola xwe ji miletê Israîlî, Ereb, Tirk û Kurdan bistîne û desthilatdariyê li wan bikin, û be?ek ji nezan û ?ovîniyên Elewyan li benda delîvekê bûn, ku tola Imamê xwe Elî bin ebî Talib û herdû kurên wî Hesen û Hûseyen, ku ew herdû bi xwe neviyên Mûhemed Pêxemberê Ereba ne ji Erebên sunî bistînin, û be?ek ji nezan û ?ovîniyên Erebên Misilman yên sunî li benda delîvekê bûn ku tola xwe ji Cihû, Fileh, Elewî, Durzî û Kurdan bistînin, û be?ek ji nezan û ?ovîniyên Durziyan li benda delîvekê bûn ku tola xwe ji Fileh û Erebên sunî bistînin, herweha be?ek ji nezan û ?ovîniyên Kurdan jî li benda delîvekê bûn ku tola xwe ji Ereb û Filehên ku bi xaçperestan re û bi hêzên le?kerî yên Teter û Urûs re li dijî Kurdan ?er dikirin, bistînin.
Di destpêka sedsala bîstan de û pi?tî rûxandina ?ahi?ahiya Osmanî û di encama wan guhertinên mezin de li dewleta Sûriya ku nû bi sînor û nav kiribûn, bêtir daxwazên nezan û ?ovîniyên Fileh û Elewî û Durziyan pêk hatin.
Firensîyan bi rêvebiriyeke le?kerî û olperestî desthilatdarî li pêkhatiyên Sûriyeyê dikirin, û ji ber ku Firensa bi ola xwe Fileh bû, wê karbidestên Fileh ji Sûriyan û A?ûr û Ermen û Marûnî û Filehên Rom û ta bi Filehên Senîgalê û Ceza,irê jî li xwe kom kiribû û hemû dezgehên vê dewletê li wan parve kiribû, be?ekî pir ji Filehan bawer dikirin ku dewleta Firensa zû bi zû dev ji wan bernade, ji lewra wan jî bi kêfa xwe bi alîkariya Firensiyan sitemkarî li miletên din dikirin, bi vî karên xwe yên neçê ku wan li welatê me dikirin, û ev têkiliyên nav herdû aliyan di heman demê de li cem pêkhatiyên din mîna Kurd û Ereb û Elewî û Dûrziyan e?kere û zelal bû, û bi wê sitemkariya xwe kîn û cûdabûnek pir mezin kirin nav van pêkhatiyan de, û ta roja îro jî bandora wê li ser zemînê diyar e.
Dema Firensa ji Libnanê ki?iya, sîstem û destûreke nûjen ji wan re nivîsî, û li gor wê hemû pêkhatiyên li Libnanê di posteyên desthilatdariyê de be?dar in, lê berovajî wê, dema ew bi hêza xwe ya le?kerî ji Sûriyeyê ki?iya, hêza xwe ya saloxgerî û ewleyî ya ve?artî di nav hemû dezgehên Sûriyeyê de hi?t û birêvebiriye hemû kar û pilanên wê dikir, û bi karê xwe yên ne çê tevliheviyek bê dawî kire nav pêkhatiyên Sûriyeyê de, û li gor sîstema ku ji Sûriyeyê re danîne, desthilatdarî xistiye destên hevlbendên xwe de, mîna Fileh û Durzî û Elewiyan.
Rast e, pi?tî sala 1970 desthilatdarî li Sûriyeyê bi navê Elewiyan û partiya Elba,is ve hatiye girêdan, û di bin re û bi dizî Fileh û Durzî jî hevparên vê desthilatdariyê ne, lê ev nerîn di bingeha xwe de ne pir rast e, ne Ba,isî û ne jî Elewî û Durzî dizanin bê kî vê recîmê bi rêve dibe, ta astekî dibe ku Fileh ti?tekî ji vê razekê zanibin,
Vê recîma sitemkar bi dirêjiya pêncî salî nikarîbû bi hêza xwe ya sitemkar û di rêka dezgehên xwe yên ve?artî de pêkhatiyên Sûriyeyê dûrî tolsitandina dîrokî bike, berovajî vê, recîmê bêtir ?er û çanda tolsitandinê di nav wan de diçand, vê recîmê rê dida be?ekî ji Filehan ku di bin navê partiya Elba,is de û bi nivîsandina raporên nehênî ?erê çand û hebûn û dîroka miletê Kurd bikin, û Erebên sunî ?erê Cihû û Elewiyan bikin, û Elewî û cihû ?erê Erebên sunî bikin, û Durzî bi Elewî û Filehan û Cihûyan re ?erê Erebên sunî bikin, û Cihû û Fileh û Erebên sunî û Elewî û Durzî ?erê miletê Kurd bikin.
Vê rêcîmê pir alavên xapandinê jî bi kar aniye, ji wan, ew ?erê kesayetiyên ku ji dil mirovhez û miletperwer û welatparêz in dike, û bi taybet ?erê yên ku dixwazin xebat û karekî ba? û çê pê?kê?î hemû pêkhatiyên Sûriyeyê bikin, dike.
Vê recîmê hemû komele û rêxistin û dezgehên zanist û çand û rêzaniyê lawaz kiriye, û nehi?tiye ku hêzên rikberiyê di vî welatî de bighêjin asta serbetiyê ku karibin karên rêzanî û civakî û çaksaziyan pê?kê?î pêkhatiyên li Sûriyeyê bikin, bi zanebûn vê recîmê dikarîbû bêhêviyekê têxe nav rikberiya Ereb û Kurd de û wan ji hev dûr bike, û êl û olan berde hevdû, û malbatan ji hev dûr bike, û nema bira li birayê xwe ewle bibe, û di gelek deman de jin ji mêrên wan berdaye, û zarokên sêwî ji malbatên wan diziye û firotiye cirdevanên navdewletî û navê xebatkar û ?ervanan li wan kiriye ku ew ê welat û miletên bindest rizgar bikin, vê recîmê dezgehên perwerdekirinê kiriye cihê komîteyên saloxgerî û ewleyiyê, û dezgehên tenduristî û avakirin û çandinê hi?tiye li benda dilovaniya Xwedê, kesê endamê partiya Elba,is û qumonîst be dikare di sê çar posteyên vê dewletê de kar bike, û yên ne Ba,isî be gereke berxwedaneke dijwar di ber jiyana xwe de bike, ta ku karibe xwe û malbata xwe bi nan û av bike, û yê li dijî vê recîmê rikberiyê bike yan girtî û ko?tî ye û ji mafên xwe bêpar e, yan jî surgonkirî ye.
ji ber ku be?ek ji nezan û ?oven û xwîndar û tundrewan ji nav miletên rojhilata navîn li benda delîvekê ne ku bibin desthilatdar û di rêka tolsitandinê de vî welatî bi rêve dibin, û berovajî wan jî hejmarek ji van miletan hene ku dixwazin bi mafên xwe ?ad bibin û di rêvebiriyeke paqij û dadperwerî de desthilatdariyê li xwe bikin, herweha bi vê hi?mendiya ku di sedsalên orteyê de hebû, hemû pêkhatiyên Sûriyeyê li hev ewle nabin û ji hev ditirsin û li hevdû bi gûman in.
Ev rûpela re? yek ji bandora kiryarên vê recîmê ye û ji bobelatên pir mezin in ku li ser destê Firensiyên pê?ketî hatibû destpêkirin, û hîn jî bêdawî ye, û di serê be?ekî pir mezin de ji nav pêkhatiyên Sûriyeyê hatiye çandin, lê wekû zanyar û bijî?k dibêjin” Her nexwe?iyek dermanek jêre heye” dermanê van bobelatan jî perwerdekirina nif?ên nû ye, û bidestxistina mafên her pêkhatiyekê ye, bo her yek di herêm û welatê xwe de xwedî maf û azad be.