أخبار عاجلة

Şandek ji “Partiya Pêşverû” beşdarî Kongireya PSKê dibe

Share Button

Di roja 20.01.2024 de, şandek ji “Partiya Pêşverû” bi serpereştiya van hevalan (Selman Heso endamê komîta navendî , Nîdal Çolî ji rêxistina Almaniya ) beşdarî Kongireya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ya dervayî welêt bûn , piştre mamoste Selman Heso endamê komîta navendî ya partiya me gotinek pêşkêş kir û ev deqa wê ye :
Gelî hevalên hêja : Endamên Kongireya dervayî welat ya
“Partiya Sosyalîsta Kurdistan” bi navê “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” em kongireya we pîroz dikin û serketinê ji xebata we re dixwazin .
Hevalên hêja : Di van rojan de li hemû parçeyên Kurdistanê , û bi taybet li başûrê Kurdistanê , û li Rojavayê Kurdistanê êrîşên gelek hovane û dujminane li ser miletê me dibin , li ser destê wan rêjîmên rûreş û kevneperist Îran û Turkiyê dibin. Ev êrîşana tevî ku bi dijwarî xelkê sivîl û bingehê jiyanê dikin armanc , lê di baweriya me de nikarin vîna gelê me bişkînin , û nikarin xebata “Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê bidin seknandin. Miletê me gav bi gav pêşde diçe û ji ber wilo dijminên miletê kurd vê siyaseta hovane dimeşînin .
Gelî hevala : Ême wek Partiya Pêşverû peywendiyên dîrokî li gel Partiya Sosyalîsta Kurdistanê hene , berî min hin hevalan li ser axivîn , ez dûbare nakim.
Peywendiyên me herdû partiyan çi di warê rêxistinî û rêzanî de û li ser asta Kurdistanî ji salên 1980 de hene, me bi hevre karên gelek girîng kirine , îro jî em dixwazin ev tevkarî berdewam be.
Em Partiya PSKê wek Partiyeke bira û gelek nêzîkî xwe dibînin , em siyaseta wê ya Kurdistanî dirust û rêyalîst dibînin ku xizmeta gelê kurd li Bakurê Kurdistanê dike û rolek wê ya girîng di xebatê de heye .
Em serkirdeyên vê partiyê û kadir û hevalên wê nas dikin ku xebatkarin û têkoşerin , û wê karibin bi erkê xwe ya netewî rabin.
Em serkeftinê ji PSKê re dixwazin û em bi hêvîne ev komcovîna serketî be , û biryarên wêrek û pêwîst bên standin .
Gelek Sipas ji bo vexwandina we ji me re , û her serkeftî bin.

20/1/2024 Z – 2636 K

Rêxistina Almaniya ya

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

Newaf Hemed: Têkoṣero

Ev helbest min li ser Têkoṣer û xebatkarê hêja mamoste HEMÎD DERWÎṢ nivîsî bû bi ...