Ev helbest min li ser Têkoṣer û xebatkarê hêja mamoste HEMÎD DERWÎṢ nivîsî bû bi boneya yobîla zêrîn ya PDPKS di sala 2007 an de
Têkoṣero
karwanê
xebata me
birêve bibe
bila dibistana
te û nemiran avakirî
roj bi roj
ronî bibe
qermoçên
eniya te
ne pîrbûne
na belê
dîroka
pêncî sala ye
xwêdana li ser wan
hêviyên cotkar
û pala ye
bila cîhan
ji zindanan bipirse
dê bêjin
çendî
ji temenên we
ji xweṣiyên we
dixwarin
çendî
roj û ṣevên we
tevlîhev dikirin
Têkoṣero
bila cîhan
ji sîtemê bipirse
dê bêje
çendî
baskên xwe
li we dialand
cendî
ji jîna we dinoṣand
careke dî
bila jê bipirse
cîhan dizane
ku sîtem
ji we ditirse
Têkoṣero
bila cîhan
ji çol û beyaran bipirse
dê bêjin
çendî
we
wan
û ṣevên sar
hevdu himêz dikirin
çendî ṣîv
û taṣtiya we
dibû mirin
Têkoṣero
hînbûne em
di dibistanê de
tucaran li pey leylanan nabezin
ne siwarên
xewna ne em
hêviyan ji milet nadizin
di deryayên
bê gemî de
ciwanên xwe
nakujin