أخبار عاجلة

Newaf Hemed: Tenha

Share Button

Tenha
kerbûn weke marekî
xwe li min dialîne
hezar hêviyên kuştî
di goşeyên
giyanê min de
vedijîne
careke dî
wan bidarve dike
rondikên di dil de dîl
bi dojehan radizîne
tenha
û ji berî zayîna
xewnên minên beravêtî
cenge
û di cengê de
hestên min tev kuştîne
cenge
û serkeftiyê cengê
tim bi ahîne
tenha
û ji berî zayîna min
bi pênc hezar salan
ta niha
razên te
hîn li ber min veşartîne
geh Hirmiz li jore
geh Ehrîman
lê girnijîn
li ser peravên te
dilo
ji derbên wan dinalîne
tenha
kerbûn bi jehra xwe
ah
keser
kul
û êşên wendabûyî
vedgerîne

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

Newaf Hemed: Têkoṣero

Ev helbest min li ser Têkoṣer û xebatkarê hêja mamoste HEMÎD DERWÎṢ nivîsî bû bi ...