YNK pêşwaziya şanda PDPKS di ke

Share Button

12421380_969979503091046_462434754_n

Heval Mela Bextiyar berpirs û Hakim Qadir Heme Can, endamê desteya kargêrî, bi amadebûna heval mamosta Ikram Elî berpirsê peywendiyên Kurdistanî, pêşwazî li Hemîd Derwîş, sekretêrê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûrya û şandeka hevalbend kir, ku pêkhatibû ji Ehmed Silêman, Selah Derwîş, Ehmed Berekat û Elî Şemdîn endamên polîtburoya PDPKSê. Di civînekê de jî, encamên kongireya Pêşverû û Rewşa niha ya Kurdistan û Sûrya bi giştî hate gotûbêjkirin û bîr û nerîn bihevre hatin guhertin, herweha geşkirina peywendiyan dinavbera Pêşverû û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê hate tekezkirin.

Heval Mela Bextiyar berpirsê desteya kargêrî ya polîtburoya YNKê lidarxistina kongireya Pêşverû li bajarê Qamişlo pîroz kir û rol û bandora wê partiyê li Rojavayê Kurdistanê bilind nirxand û tekezî liser giringiya yekhelwest û yekrêziya mala Kurd kir, herweha Mela Bextiyar tekez kir ku partiya Pêşverû li Rojavayê Kurdistanê dikare armancên siyasî û demokrasî yên gelê me bidest bîne di egera ketin û neketina rêjîma niha ya Sûrya. Heval Mela Bextiyar di civînê de, xwendinek bo rewşa niha û eger û pêşhateyên li navçeyê kir û ragihand, Partiya Pêşverû û hemû partiyên din yên Rojavayê Kurdistanê, rastî derfeteka dîrokî hatine û berpirsiyaretiyeka dîrokî û netewî li ser milê wane, pêwîste partiya Pêşverû jî wekî partiyeka xwedî dîrok rola xwe bibîne di raperandina erkêşn niştîmanî û netewî de , pêîste jî kar bike bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê heta ku bikaribe zêdetir xizmeta gelê Kurd bike. Di dirêjiya civînê de, gotûbêjên pêwîst derbarê zêdetir geşkirina peywendiyan dinavbera YNK û PDPKSê de hat kirin, hevhelwest û berdewamiya xebata netewî û niştîmanî û bîr û nerînên pêwîst hatin ronahî kirin, Hevalê berpirsê desteya kargêrî pêşniyar kir, lijneyek bo lêtêgihiştin û rêketina herdu partiyên hevpeyman pêk bê.

Ji aliyê xweve Hemîd Derwîş, sekretêrê partiya Pêşverû, tekezî liser xurtbûna geşkirina peywendiyan dinavbera herdû partiyan de kir, balkişand liser hevkariyên YNKê di serkeftina kongireya wan de, hevdem sipasiya helwest û hevkariyên Yekîtî kir, ku YNKê weka partiyeka têkoşer li Başûrê Kurdistanê ye, ku pêgeha wê ya siyasî û rola wê ya berçav heye di hemû bûerên Başûrê Kurdistanê û navçeyê de heye. Şanda mêvan jî dubare tekezî li ser geşkirina peywendiyan dinavbera herdu partiyan de kir û zanyariyên pêwîst û biryarên kongireyê ronahî kirin.

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...