Yekîtî Niştimanî Kurdistan 61 saliya damezrandina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê pîroz dike

Share Button


Bi babeta bîranîna (61) saliya damezrandina partiya me nivîsgeha rêzanî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan birûskek pîrozbahiyê ji heval Hemîd Derwîş re şand,Ev deqa wê ye :

Ji / Mamosteyê hêja re Hemîd Derwîş ( sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê )

Babet / Birûskeke pîrozbahiyê
Silaveke germ..

Bi babeta bîranîna ( 61 ) damezrandina partiya we ya bira , Bi navê nivîsgeha rêzanî û encûmena serkirdayetî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan Em germtirîn pîrozbahiyên xwe li we dikin , û di rêya we re em pîrozbahiya hemî endam û xebatkarên partiya we dikin.

Hêvîdarin ku bîranîna damezrandina partiya we ya xebatkar bibe derfetek ji yekrêziyê re di vê qûnaxa nûjen ji xebatê , û rola xwe xurtir û kûrtir bibe di nav gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê , û çareserkirina pirsgirêkên rêzanî di navber aliyên tevgera rêzanî de , ji bo pêkanîna mafên Demoqratî û Netewî ji gelê kurd re li Sûriyê û ji bo parastina destkeftiyên xwe.

Em bi hêvî ne ku hûn bi nerîneke hestiyar li van guherînên li Sûriyê û herêmê çêdibin binirin ji bo bidestxistina mafên Demoqratî , û di vê astê de tiştê herî zêde girîng ewe guhdan bi xebata rêzanî û diplomasiye di hundir Sûriyê de û li herêmê.

Em di Yekîtî Niştimanî Kurdistan de serbilindin bi wan peywendiyên dostane yên dîrokî bi partiya we ya xebatkar re , Ew peywendiyên ku kevirê wê yê bingehîn herdu xebatkarên hêja danîne cenabê Mam Celal û Mamoste Hemîd Derwîş , û herdu partiyên me ew peywendî parastin û di asteke bilinde ji hevkarî û yekrêziyê di navbera xwe de bi pêşxistin û di gelek qûnaxên dîrokî de..

Li dawiyê careke din em pîrozbahiya we dikin û serkeftinê ji xebata were dixwazin.

Di gel rêzgirtin û silavan
13 / 6 / 2018

Nivîsgeha Rêzanî ya
Yekîtî Niştimanî Kurdistan

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...