Xwe cangorî evînê dikim / Şivan Qelew

Share Button

تنزيلDibim qirşikek

 Laşê min dibê tenbûr

Awazên kederan jê têne rijandin

Bi tiliyên nazik

birînên xwê li ser Bûne nîşan

Ji min dipirsin…ma…?

lê Birînê xwe dorpêç dikim

Dixim tûrikê laşê xwe

û çirayên dagirtî ji ava çava

Vedimrînim bi hêzne pûç

Pirînsîpê min li min degerin

Ji avêtina gava yekemîn

Hêviyê xwe dixim gorek bê xwedan

Dilê xwe dîl dikim

Ji ber gotinên evînfiroşan

Wê têkevin dojehê

û bi warê min dikenin

Lê xweziyê wan bi cî naynim

Ezê xwe cangorî yara xwe bi kim

û bila bibim qereçîkek

û nedê min gezekê

Lê ezê bimînim li hêviya geşta xwe

Lê bila bibin surabek

û bila li min bicivin

Bahoz û zozan

Lê hebûna min ji lêvê wê bê

                                                                         Şivan Qelew

 

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 639 من الديمقراطي

صدور العدد الجديد (639) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : من المعلوم ...