Xoşnavê Mûsê: pîroz be Rojnamegerîya Kurdî Di 125S aliya Xwede

Share Button

 (( Xoşnavê Mûsê))

Bi rastî gava merov tê û rojnamegerîya Kurdî dinirixîne,divabe ku em malbata Bedirxaniyan bi bîr bînin û nasbikin.

Û heger tû bixwaze dîrok û koka zimanê Kurdî zanibe dîsa divabe tû dan pêdanê bi malbata Bedirxaniyan bike û wan baş nasbike,bê vê malbatê çiqas xizmet diber tore,ziman,rê ziman û rojnamegerîya Kurdî de kirine!

Hêjaye gotinê ku merov bêje ev malbat simbola rewşenbîrên Kurde,û gereke dîrok bi dadmendî bi tîpên zêrîn li ser wan binivisîne,ji ber ev malbat tucaran li berjewendiyên xwe yên kesayetî negeryane tim û tim pênûsa wan dikete xizmeta milet û neteweya Kurd de.

Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi mêranî û zîrekî ku rojnama bi navê (( Kurdistan)) Di 22ê Nîsana sala 1898 li Qahîra weşandibû.

Bê goman guherîneke dîrokî di rojnamegerîya Kurdî de afirandibû û cihê şehnaxiyê bû li cem me wek miletê Kurd,ku pêwistiya miletê me bi rojnamegerîke wisa hebû nemaze di wê qûnaxê de.

Em dikarin bi gelemperî bêjin: Ku 31 hejmar ji wan rojnamegerîyan bi zaravê Kurdiya jorîn bûn û bi tîpên Erebî bûn.

Lê em dikarin bêjin: Ji 22ê Nîsana sala 1898 an hetanî 14ê Nîsana 1902 rojnama (( Kurdistan)) berdewam bû,û ji hejmara 1ê ta 5an ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve dihate derketin,lê piştî gefên dewleta Tirk li mîr Miqdad dihate kirin û jê dixwestin ku weşana rojnama Kurdistan rawestîne û vegere Tirkîyayê û heger daxwaza wan bi pêk neyne digotin: Emê bi fermî daxwazê ji dewleta Misir bikin ji bo te radestî me bike.

Ev yek ji wan sedeman bû ku mîr Miqdad rojnamya Kurdî rawestîne û pêre vedigere Tirkîya yê.

Piştî rawestandina rojnama (( Kurdistan)) karê rojnamegerî û çapemeniyê lawaz bû lê ne rawestiya û em dikarin bêjin:Gelek kovar û rojname derdiketin ji sala 1911 û heta roja îro mîna:

1- Kovara Roja Kurdî (( 1911))

2- Kovara Jîn (( 1919 ta 1922))

3- Rojnameya Bangê Kurdistan- Vedenga Kurdistan (( 1922))

4- Rojnameya Bangî Maf بانكي حق 1923 ))

5- Rojnameya (( جيانه وه))Silêmanîyê (( 1924))

6- Rojnameya ،هدية كردستان،Diyarî Kurdistan (( 1925))

7- Rojnameya Riya taze (( 1929 ))

8- Rojnameya Gelawêj li Bexdad dihate derxistin (( 1939 ta 1949 ))

9- Rojnameya Hawar ji hêla malbata Bedirxaniyan ve dihate derxistin li Şam (( 1932- 1935- 1941- 1943 )) ( 57 jimar))

10- Rojnameya Ronahî li Beyrût dihate çapkirin (( 1942- 1943- 1945- 1946))

11- Kovara Gulîstan ji hêla (( P- D- P- K- L -S)) (( 1968 )).

12- Di sala 1978 kovara Gelawêj û piştî Kovara Gelawêj rawestiya Kovara (( Sitêr)) derket.

13: Kovara (( Xunav)) ji hêla (( P- D- K- S)) (( 1986 ))

14- Piştî rawestandina kovara (( Gulîstan- Gelawêj- Sitêr- û Xunav)) biryarek hate standin ku yek kovar bê derxistin.

15- Di sala 1994 de ji hêla pênc rêxistinên hevbend li Sûriyê kovara (( Buhar)) hate derxistin,

16-Her wiha ji bo em ji bîr nekin û mafê hin din nexwin,Di salên 1991 ta 1997 kovara (( Zanîn)) hate derxistin.

17- Di sala ((1989 ta 1991 )) kovarek bi navê (( Zanîn)) ji hêla mamoste Ebdulbaqî Huseynî û Ferhad Çelebî yê nemir rehma xwedê lêbe dihate derxistin .

18- Kovara (( Roj)) ewjî di sala 1991 dihate çapkirin.

Di nerîna minde piştî 125 salan ji pîrozkirina rojnamegerîya Kurdî hînjî hînjî rojnamegerîya Kurdî ne di wê asta bilind de ye û ne wek tê xwestin ji ber pirê rojnameyên me û belavokên me yên têne weşandin bi zimanê biyanîne û nakevin xizmeta pirtûkxane û zimanê Kurdî de.

Piştî ku em bi kurtî li ser dîroka rojnamegerîya Kurdî axivîn evjî hîna qenciya malbata Bedirxaniyane.

Di dawiyê de ez bi hêvîme di pêşerojê de em karibin li xwe vegerin û rojnameyek Kurdî standerd derxînin li gor dema ku em têde dijîn.

Bijî 125 saliya rojnamegerîya Kurdî.

 

Bijî mîr Miqdad Midhet Bedirxan. Spas ji were.

Rojnamevan ,Xoşnavê Mûsê..

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد 646 من جريدة الديمقراطي

صدر العدد الجديد 646 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا ...