Xewna niviskarekî – Idrîs Hiso

Share Button

542870_151923831622013_1931389560_n“Heger YPG û Pêşmerge hebin , her yek ji wan bi tenê nikarin welatê me biparêzin, ji ber hîna em bê hêzek niştimanî ne. hêzên niştimanî Îdolociya parastina welatan hildigrin ne Îdyolociya partiyên wî welatî.”
Berî du rojan min Nûçeyek xwend ku rêkeftinek heye di navbera aliyên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê li ser vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê da beşdariyê bikin mil bi milê şervanên Yekîneyên Parastina Gel û hêzên din yên ku niha xebatê li ser axa Rojavayê Kurdistanê dikin, ev nûçe dilê hemî Kurdan xweşkiribû, ne tenê dilê kurdan dibe ku dilê her kesê hezkirê Herêma Rojavayê Kurdistanê xweşkir, çinku heger Kurd li ser siyasetê kar bikin û rêkeftin dinavbera hêzên Kurdî de peyda bibe wê demê pêkahateyên din jî ji Ereb, Siryan, Aşûr, Ermen û Turkuman jî dilinaydibin li ser paşeroja xwe û geşbîndibin li ser jiyana zarokên xwe.
Lê bidaxewa roja din serkirdeyên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ku Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) serkêşeya wê rêveberiyê dike di rêka dezgeh û hêzên ser bi wê ve, anjî eynî Îdolociya wê didn meşandin, ev nûçe red kirin û daxuyaniyên bi wateya ku ew tu kesekî din qebûl nakin bi hêzek leşkerî derbasî axa Rojavayê Kurdistanê bibin bi behaneya ku du hêzên leşkerî li ser du Îdolociyên ji hev cuda li deverekê cê metirsiyê ye.
Raste tekez herger du hêzên leşkerî li ser herêmekê bin û her hêzek nûnertiya şepêlek siyasî bike wê demê divê bi dehan milîs û girûpên çekdarî hebin, lê dema ku hêza leşkerî, an jî hêzên çekdar siyaset û îdyolociya partiyekê bi serê xwe bimeşîne, û fermana xwe heger bi rengê piraktîkî be heger bi rengekî ne diyar be ji partiyekê bistîne, wê demê kesek nikare bêje ev hêzek niştimaniye, çinku ew hêz hêzek partîtî ye..
Duyem behaneya rêveberya xweser ew bû ku ew dikarin bi tena xwe axa Rojavayê Kurdistanê biparêzin û ev jî yek car ne raste ji ber yekem: heger rêkeftina siyasî, bi wateyek din heger aştiya siyasî tinebe aştiya bi zora hêzê xapînok û derewe, duyem: heger YPG û hêzên din yên ser bi Rêveberiya Xweser ve karin axa rojavayê Kurdistanê biparêzin em dê li ser karîseta Kobanê çi bêjin? Heger dikarin biparêzin em dê çi bêjin ser şepêla koçberiya ku li Rojava dibe ? Heger kare biparêz çima penaberên Rojavayê ji welatên hawîr dor paşde venagerin? Heger hêza leşkerî li Rojavayê Kurdistanê hêzek niştimanî ye çima beşekî mezin ji xortên kurdan yên hezkirê leşkeriyê û dixwazin rola xwe di parastina Rojavyê welatê xwede bibînin diçin nav hêzên din?
Roj biroj diyar dibe ku aliyekî siyasî bi tena xwe nikare Rojavayê Kurdistanê biparêze û heger ew aliyê ku dibêje ez bi tena xwe karim Rojavayê Kurdistanê biparêzim berjewendiya giştî ya miletê Kurdi berbiçav bigre û nebe qurbaniya berjewendî û Îdolociya xwe ya ku ti hezek din rast nabîne û dibîne gerek rêveberiya Rojhilat hemî di dest wê debe ne tenê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, gereke derfetê biafrîne bo derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha rêkeftinekê ku berjewndiyên miletê Kurd biparêze û desteyek kurdî ava bibe ku karibe nûnertiya gekê Kurdistanê li wî beşî bike wê demê em dê binerin bê wê çendî hevalên me pir bibin.
Demek hestiyare û ev nifiş berpirsiyare û heger em bixwazin paşerojek baş bo zarokên xwe peydabikin ji bilî rêkeftinek li ser bingehê parastina berjewendiyê miletê Kurd ti rêyek din nîne.
Bi hêvîme ev nexwenên nivskarekî bin.
Gewîlan 08.07.2015

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...