Xebat bi şiweyê guncav bo nirxên serdemî bo serketinê pêwîst e

Share Button

Heyamek berê Komîta Navendî a Partiyapskden_diplomatik_faaliyet_h614 Sosyalîst a Kurdistan-PSK civiya, giftugo li ser bûyer û pêşhatiyên navçe, Tirkiyê û Kurdistanê kir û biryar da ku, belavoka jêrî bo bîrûrayê giştî were pêşkeş kirinê.

Herêma Rojhilata Navîn herêmeka aloz û bê îstîqrar e. Di vê herêmê da balansa siyasî zu tê guhartinê. Di herêmeka usa de, xebata rizgariya netewî ya gelê Kurd, ku bi gelek astengan ve rû bi rû ye, ber bi pêş diçe. Hêza herî mezin a gelê Kurd di vê xebata sext û dijwar da, rewa bûna doza wî ye. Lê belê rewa bûna dozê ji bona serketinê ne bes e. Ligel vê pêwîst e naveroka serdemê baş bê xwendinê, ji bona nirxên serdemê bi şiweyê guncav xebat were kirinê.

PSK, ku li ser çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û bi şiweyê aşitî pêgir e, dubare banga hêzên niştîmanperwerên Kurdistana Bakur dike, ku bona azadî, aşitî û demokrasiyê destê xwe bidine hevdu.

Pêvajoyê, ku bi diyaloga MİT û Îmralî ve destpê kiriye, berdewam e. Lê belê pêvajoya hanê bi pirsgirêkan ve rû be rû dibe û carna jî dixitime. Serketina pêvajoya hanê bi himlî giredayiya halwesta hikumêta AK Partî ye. Hikumeta AK Partî ji bona ku pêvajo pêşda herê û serkeve, divê gavên, ku rêka çareser kirina pirsa kurdî xweş dikin û dibine sedema bi hêz bûna demokrasiyê, bavêje. Ji bona vê yêkê PSK, bi diruşma “ne bes e zêdetîr pêwîst e” ve, pêşwaziya peketa dawî ya hikumeta AK Partî kir.

 PSK, banga hikumeta AK Partî dike, ku di pêvajoya hanê da pêgir û wêrek be. PSK her usa banga PKK dike, ku dev jê zimanê gef xwarinê û halwestan berde, ku dibine sedema qirjiyê û metirsî li ser pêvajoyê.

Yêk ji xeterên li ser pêvajoyê ajavegeriyê ye, ku li Geverê qewimî. PSK banga hikumeta AK Partî dike û jê dixwaze, ku berpirsên ajavegeriya Geverê eşkere bike û bide dadigehê.

PSK banga hemu hêzên welatparêz bi taybetî banga PKK dike, ku derheqa ajavegeriyê da hestyar bin, daxwazên xwe bi şiweyê aşitiyane pêşkeş bikin, ne bi rêka tund û tijiyê.

 Serokê PKK Ocalan nameyek ji bo Mam Celal Talabanî û Kak Mesud Barzanî nivisî bû û ji wan xwasti bû, ku di warê aşitiyê da hewl bidin. Her usa gerillayan bi gor pêvajoyê diçine Kurdistana Başur. Ev yêka hanê dibine sedema hanê, ku Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê bi rastexwe an ne bi restexwe bibine aliyek di pêvajoyê, ku bi diyaloga MİT û Îmrali destpê kiriye. Ji bona vê yekê, bi beravejiya gotina hinek kesan, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî li Amedê, di xizmeta pêvajoyê da ye.

 PSK halwest, heqeret û êrîşa derdorên PKK bo ser Barzanî ji bona serdana wî ya Amedê mehkum dike û ji berpirsên PKK daxwaz dike, ku di vê warê da hestyar bin, heval û hogirên xwe kontrol bikin, daku karên usa nekin, ku bibite sedema alozî di nava hêzên welatparêzan da.

 Bi hêz bûna pêyvendiya Tirkiyê û Herêma Kurdistanê ne tenê berjewendiya herdu welat da ye, her usa alîkariya cigir bûna aramî û aşitiyê li herêmê da dike. Ji ber vê yekê PSK hertim piştgiriya pêyvendiya Tirkiyê û Herêma Kurdistanê kiriye. Bi gor bîr û baweriya me peymana neft û xazê, ku di nava Tirkiyê û Herêma Kurdistanê da hatiye îmze kirine, qonaxeka bilind e di warê peyvendiya herdu welat da. PSK banga herdu alî dike, ku pêyvendiya xwe di warê siyasî, civakî, aborî û çandiyê da pêşve bibin.

Li Suriyê him şerê naxweyî û him jî hewla diplomatik ji bona aşitî berdewam e. Konferansa Cenevre-2, ku jêra amadekariyê tê kirinê, derfeteka baş e bona aşitiyê. Besdarbûna Kurdan bi heyetaka hevbeş û daxwaza hevbeş, wê alikariya azadiya de facto ya Kurdistana Başurê Rojavayê bike. Ji bona vê yêkê PSK banga hêzên welatparêzên Kurdistana Başurê Rojava dike, ku bi hevra beşdariya konferansa Cenevre-2 bibin. PSK her usa piştgiriya destpêşxeriya Serokatiya Herêma kurdistanê dike, ku di vê warê da destpê kiriye.

 PSK hertim piştgiriya azadiya Kurdistana Suriye kiriye, ku de facto pêkhatiye. PSK ji hêzên welatparêzên vê beşê Kurdistanê dixwaze, ku bona ku azadiya hanê bigihije qonaxeka bilindtir destê xwe bidine hevdu.

PKK-PYD li Kurdistana Suriyê, bi zilm û têda pêşiya xebata rêxistinên din digre, endam û heval û hogirên wan digre, dikuje. Halwesta hanê ya PKK-PYD astengeka gelen mezin e li pêşiya hevkariya hêzên niştimanperwerên vê beşê welatê me. PSK banga PKK-PYD dike, ku dev jê helwesta hanê berdin, pebendê Peymana Hewlêrê bin. PSK her usa piştgiriya destpêşxeriya Serokatiya Herêma Kurdistanê dike, ku dixwaze Encumena Netewiya ya Kurd li Suriyê-ENKS û Encumena Gelên Kurdistana Rojava-EGRK bîne bahev.

 Hilbijartina Ruhanî bo postê Serokkomarî û vekirina deriyên projeya atomiya Îranê bo qontrola navnetewî û îmza kirina peymanek di vê warê da, rewşa Cumhuriya Îslamî di warê navnetewî da pîçek baş kiriye. Lê belê Cumhuriyeta Îranê mafê gelê Kurd nasnake û berdewam xortên Kurd û dijberê xwe darve dike. PSK dervekirina xortan ji aliyê karbidestên dewleta Îranê mehkum dike û ji wan dixwaze ku dev jê vê siyaseta ne mirovî berdin. PSK her usa banga bîrurayê navnetewî dike, ku beramber darvekirina xortan bê deng nebin, dengê xwe dijî vê karê kîrêt bilind bikin.

 Kanuna 2013

 

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 641 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 641 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...