Wezerata Karêderve ya Rûsya yê Kurd piştgiriyê didine Cinêva 2 yê

Share Button

bo-de

Wezerata Karêderve ya Rûsya yê ragihand,  ku Kurdên Sûriyê piştgiriyê didne pêşxêriya lidarxistina duyamîn Kongira Cinêvê û amedena ku peşdarbine.

Wezerata Karêderve ya Rûsyaê îro sêşemê 4/ 6/ 2013`e bi daxuyaniyekê ragihand, ku Kurdên Sûriyê piştgiriyê didine pêşxêriya navnetewî a ji bo lidarketina duyemîn kongira Cinêvê û ew amedene ku di kongirê de beşdar bine.

Wezerata Karêderve ya Rûsya yê li ser malpêra xwe ya fermî ragihand, ku cîgirê wezîrê Karê derve yê Rûsya yê û nûnerê teybet a Serokê Rûsya yê bo Rojhilata navên Mêxeîl Bogdenov roja sêşemê pêşwaziya Şanda Desteya Bilind ya Kurd kir û hevdîtin li gel kir, di hevdîtinê de li ser lidarketina duyemîn kongira Cinêvê bo çareserkirina kêşeya Sûriyê hate gotebêj kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Desteya Bilind a Kurd helwesta Rûsyayê ya ji bo çareserkirina pirs Sûriyê bi rê û rêbazên Siyasî û rewestandina tundetujiyê giran biha di nirxîne.

Her wiha di hevdîtinê de hate tekez kirin, ku wê Kurdên Sûriyê beşdarî diyaloka netewî a Sûriyê bibine, ev diyaloka ku jê tê hêvîkirin pêşeroja Sûriyê ronî bike û Mafê hemû pêkhatiyê civaka Sûriyê li ber çavan bibîne û biparêze.

Hêjayî gotinê ye ku duyemîn kongira Cinêvê li ser Banga her du wezîrên Karêderve ya Rûaya yê û Emêrîkayê lidarkevê, lê ev kongire wê kangê lidarkevê hêja ne diyar e.

PUKmedia / RT

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 643 من الديمقراطي

صدور العدد الجديد (643) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : إن قوة ...