Li bajarê Dêrsimê di rojên 16-17/5/2015 kongrê D.Nûrî Dêrsimî yê bijîşkên vêtrînerî, wek wefadarî bi vî xebatkarê têkoşer re,ji ber rola wî ya bibandor li Dêrsimê di warê civakî û rewşenbîrî û siyasî de.
bi beşdarbûna nûneran ji Kurdistana Başûr û ya Rojava ,kongir bi rawestana xuleyek bêdeng li ser giyanê D.Nûrî Dêrsimî û pakrewanên azadiyê û qurbanîyên komkujîya Dêrsimê destpê kir.
Endamên kongir ,babet û rewşên pîşeyî û zanistî û bandora wan li ser civakê goftûgo kirin.û piştî gotarên destpêkirina kongir û bixêrhatina bi mêvan û hevkarên beşdar yên ji aliyê D.Nedîm Yaşilî û D. Mihemed Bocax yên ji Kurdistana Bakur û D.şiyar Silêman ji Kurdistana Rojava û D.Diyar Berwarî ji Kurdistana Başûr.
pêvajoya kar du rojan berdewam kir, tekezî li ser zanistî û rêveberiya pîşeyî, her wiha li ser pêwistiya standerkirina têrm û zarav û bêjeyên pîşeyî û pêşxistina wan hat kirin, da ku bi demê re biguncin ,her weha naskirina herêma Dêrsimê yek ji çalakiyên kongir bû.
Hejmarek ji simînarvanan hatin xelat kirin ewjî: pirofêsor Tehsîn Yeşîldar,D. Doxal Kurd,D. Hesen Seyfedîn ,pirofêsor Ferîdon Ebdulsetar,D.Newal Kemal Berzanî ,D.Ebas Ebdilah, û di dawiya kongir de bawername li beşdaran hatin belavkirin.
Hêjayî gotinê ye ev kongir yê diwemîn e ku bi vî rengî bi beşdarbûna vêtrînêrên parçên Kurdistanê tê lidarxistin, ku
yê yekemîn kongirê damezrandina Toreya Bijîşkên Kurdistanê li Duhokê di Êlûna 2012an hatibû lidarxistin.