Vexwendin
Xelatdayîna seydayê Cegerxwîn û xwendina helbest û
helwest û nerînên wî li Elmanya
Di roja şemiyê 28.10.2017 a de sîh û sê sal di ser koça dawî ya
seydayê Cegerxwîn re derbas dibe, rêxistina Elmanya ya
partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê, we hîjayan
vexwendî vê vê rojê dike, da ku em helbest û helwest û
ramanên vî xebatkarê mezin pevre bixwînin.
Di vê rojê de jî wê rêxistina me çend kesên, ku xebat û keda
wan di ber çand û huner û xebata rêzanî de bo pirsa miletê
Kurd heye, xelat bike.
Rêxistina me li Elmanya, we û hemû revenda Kurd û hemû
hezkerên seydayê Cegerxwîn vexwendî vê rojê dike.
Hatin û beşdarbûna we li vê vejandinê cihê serbilindî û
bextiyariya me ye.
__________________________________________________________
Roj : Şemî, 28.10.2017
Demjimêr :14.00
Navnîşan : KuKS
Kultur- und Kommunikationszentrum Sieker
Meisenstraße 65
33607 Bielefeld
Rêxistina Elmanya
Partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê.