Vexwendin
Vejandina raman û nerîn û bîranîna xebatên seydayê Cegerxwîn li Elmanya
Ji bo ku em raman û nerîn û kar û xebata rêzanvan û helbestvanê mezin seydayê Cegerxwîn her sal ji nûve vejînin, , di 05.11.2016 a de ku sîh û du sal di ser koça wî re derbas dibe, rêxistina Elmanya ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê we hîjayan vexwendî vê bîranînê dike.
Di vê rojê de wê helbest û fêrdan li ser xebata seyda ya çandî û rêzanî û mirovatî bêtin xwendin, herweha wê rêxistina me çend kesên ku xebat û keda wan di ber çand û huner û xebata rêzanî de bo pirsa miletê Kurd heye, xelat bike.
Em bo vejandina vê bîranînê, we û hemû revenda Kurd li Elmanya û hemû hezkerên seydayê Cegerxwîn û xwendiyarên helbestên wî û xemxwarên çand û toreya kurdî vexwendî vê bîranînê dikin.
Beşdarbûna we li vê bîranînê cihê şahnazî û bextiyariya me ye.
__________________________________________________________
Roj : Şemî, 05.11.2016
Demjimêr :13.00
Navnîşan : Hotel Heidekamp
Brockenhagnerstr.183
33649 Bielefeld
Partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê.
Rêxistina Elmanya