Bi bîranîna roja jinên cîhanê,Rêxistina Jinê ya (PDPKS)ê li herêma Aliyan (Kêşikê) ahingek lidarxist bi amadebûna jimareke mezin ji hevalên jin yên herêmê .Piştî bixêrhatin û bîranîna pakrewanên azadiyê bi sirûda (Ey Reqîb) re,pîrozbahî û axaftin hate kirin ji aliyê endamê komîta navendî ve ya (PDPKS) ê (Ehmed bavê Nîdal), li ser rewşa siyasî û rola partiyê û sekretêrê wê M.Ebdil-Hemîd Derwîş ji destpêka damezrandinê ve ta beşdariya wî di kongirê Cinêv2 de. Bi vê helkeftinê hevalê jin ev gotin xwendin : – Mehabad Mirad (gotina partiyê) – Refîda Seyid Mehmûd (gotina rêxistina jinê ya PDPKS ê.
– Rewan Hesen (ya Ciwanên Pêşverû) Wan hevalan di gotinên xwe de diyarkirin rola jinê di pêşketina civakê de bi taybet ya jina kurd , qurbanî û beşdarbûna wê di hemû warên xebatê de,û tekezkirin rola jinê di (PDPKS) ê de,û xebatê wê li herêma Aliyan anîne ser ziman. Ji ber vê yekê ne hate jibîrkirin xelakirina wan hevalên jin yên kevnar yên ku gelek êş û westandin dîtin di herêmê de. Herweha bi beşdariya helbestvanê me yê hêja(Azad Piling) gelek ristên helbesan hatin pêşkêşkirin,û bidawîbû ew ahing bi stran û dîlanên kurdî yên filiklorî
الديمقراطي 9 – 3 – 2014