Ji navçeya Sûrê ya Amedê bi hezaran kes dest bikoçberiyê kirin. Di 6 mehên dawî de hejmara ku Kurdên ku neçar man ji Kurdistanê birevin gihêşt dora 200 hezarî. Yanî şerê li nav bajaranbi tenê dewleta Tirk bihêztir kir û bû sedem ku demografiya Kurdistanê zêdetir xirab be
Li navçeya Sûr’ê ya Amed’ê çarşema hefteya borî, qedexeya derketina kolanan hatibû destpêkirin, ew qedexe duh nîvê şevê qediya.
Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî qedexeya derketina kolanê ya 9 rojan şopên ku hêzên dewletê hiştine ji dîmenên şer ne cudatir in.
Ji Mizgefta dîrokî heya dêran, xaniyên gel bigire heya çûkan her der hatiye gulebarankirin û xerabkirin. Derket holê ku, li navçeyê texrîbateke mezin pêk hatiye.
Mizgefta Qurşunlî, bûye wêran. Mizgeft him şewitiye him jî ji guleyan bûye weke bêjingê.
Serê sibehê ji bo ku herin mala xwe, ji 3 cihên qontrolên polêsan derbasbûn û çûn mala xwe.
Piştî rakirina qedexeyê, şêniyên Sûr’ê, ji ber xendeqên ku hatine kolandin û êrîşên ku ji aliyê dewleta dagirker ve têne kirin, navçeyê terk kirin.
Li Sûra bi sedan welatî bi eşyayên ku hildan cem xwe ji navçeyê koç dikin.
Li navçeyê dikandarên ku ji ber xendek, barîkat û dafikên teqemeniyê nikarin dikanên xwe vekin û kar bikin, ji navçeyê derdikevin.
Li Sûrê careke din qedexe
Li Sûrê qedexeya 9 rojan şevê din rabûbû û îro careke din ji saet 16.00’an pêde qedexe hat îlankirin.
Li gor daxuyaniya Qalîtiyê qedexeya derketina kolanê ya li ser navçeya Sûrê ya Amedê dê saet 16.00’an dest pê bike.
Ji Mizgefta Kurşunluyê bang kirin
Li navçeya Sûrê qedexeya kolanan piştî 9 rojan bi dawî bû. Piştî qedexe rabû, heyeta HDP û DBP’ê li kolanên Sûrê lêkolîn kirin û ji mizgefta dîrokî ya Kurşunlu ku timên taybet wêran kirin bang li cîhanê kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, xwest her kes li dijî vê hovitiyê bêjin “Bes e.” Wekîla Seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrel jî anî ziman ku di salên 90’î de dewletê gund vala kirin û bi zorê koçber kirin û niha jî li bajaran heman polîtikayê dimeşîne. Çaglar, AKP hişyar kir û diyar kir ku her çend AKP bişewitîne ew jî dê dîsa ava bikin.
Li navçeya Sûrê qedexeya derketina kolanan piştî 9 rojan bi dawî bû. Pişti qedexeya derketina kolanan bi dawî bû, talankirin û wêrankirina tîmên taybet û polîsan jî derket holê. Gelê Amedê û saziyên sivîl ên civakî, partiyên gel berê xwe dan navçeya Sûrê. Girseya ku li ber Şaredariya Sûrê kom bûn, li gel wekilên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca û Çaglar Demirel, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û rêveberên HDP û DBP’ê meşiyan taxên Sûrê. Girse heta warê dîrokî yê 500 salî Mizgefta Kurşunlu meşiyan. Girsê di meşê de hovîtiya hêzên dewletê bi çavê xwe dît û bertekên xwe nîşan dan. Hat dîtin ku Mizgefta Kurşunlu ku rastî êrîşa hêzên dewletê hatiye tev hatiye rûxandin û wêran bûye. Dîsa gelek xaniyên dîrokî ji ber êrîşa hêzên dewletê hatine rûxandin. Heyetê li vir lêkolîn kir û daxuyanî da çapemeniyê.
‘Ji vê hovîtiyê re bêjin raweste’
Di ziyaretê û lêkolînê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli ani ziman ku li aliyekî bi rojane qedexeya derketina kolanan didome, li aliyê din bi rojane hêzên dewletê bi çekên giran êrîşî nirxên gel dikin û warên dîrokî, çandî û baweriyê talan dikin û wêran dikin. Anli, bang li hemû mirovan kir û wiha got: “Hemû kesên dibêjin ez mirov im, divê li Sûrê xwedî derkevin. Di qanalên TV’yan de temaşekirina vê hovîtiyê û axaftin pirsgirêkê çareser nake. Divê her kes helwesta xwe ji bo aştî û demokrasiyê nîşan bide.
‘Gelek warên dîrokî talan kirin’
Hevşaredar Anli, li Mizgefta Kurşunlu axivî û diyar kir ku Mizgefta Kurşunlu, Hemama Paşa û Bazara Mast zerar dîtiye. Anli, helwesta Serokomar Tayyip Erdogan rexne kir.
Dema Anli diaxivî zarokê 11 salî bertek nîşanî êrîşên hêzên dewletê da û got “Ma ev mirovahî ye. Kesên hovîtî pêk anîye, kesên Mizgefta Kurşunlu hilweşandin xwedê bela xwe bide wan.”
‘Wan hilweşnad em ê dîsa ava bikin’
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrel jî anî ziman ku di salên 90’î de dewletê gund vala kirin û bi zorê koçber kirin û niha jî li bajaran heman polîtikayê dimeşîne. Çaglar, AKP hişyar kir û diyar kir ku her çend AKP bişewitîne ew jî dê dîsa ava bikin. Demirel, destnişan kir ku li şûna warê çandî Sûr bê parastin, dîroka wê tê qetilkirin.
Li Sûrê êrîşî kevokan jî kirine!
Piştî qedexeya 9 rojan a li Sûrê êrîşên polîsan ên hovane derdikevin holê. Polîsên ku bi gulebaranê zerar dayîn xaniyê Berat Canalan bi vê yekê nemane û kevokên wî jî kuştine.
Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî qedexeya 9 rojan hovitiya êrîşên polîsên tirk derdikeve holê. Polîsên kul i taxa Fatîhpaşa êrîşê gel kirin li gel xerabkirina avahiyên gel kevokên welatiyê bi navê Berat Canalan jî kuştin.
‘Li gel xerabkirina mala me kevokên min jî kuştine’
Berat Canalan ku li taxa Fatîhpaşa dijî got ku di êrîşan de kevokên wî jî ji aliyê polîsan ve hatine kuştin û ev tişt gotin: “Mixabin li Sûrê tenê ne mal û mirov hemû zindî hatine gulebarankirin. 8 kevokên min hebûn. Li gel xerabkirina mala me kevokên min jî kuştine. Ev kevok yên aştiyê ne, çawa êrîşî wan dikin. Ez kesên ku êrîşî kevokên min kirine şermezar dikim.”
“Mîrateya mirovahiyê hat hilweşandin”
Cîgirên Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken û Çaglar Demîrel, ji bo êrişên li dijî warên dîrokî yên navçeya Amedê ku di lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê ya UNESCO de ye bên lêkolînkirin û hesap bên pirsîn, pêşniyarname da meclîsê. Wekîlên Serokê Koma HDPê dêkildarî pêşniyarnameyê li meclîsê civîn pêk anîn.
Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: ‘Sûrên Amedê û avahiyên dîrokî û çandî yên di nava Sûran de ji aliyê UNESCOyê ve hatiye parastin. Li navçeya çand û dîrokî; warên dîrokî yên wekî Mizgefta Mezin, Mizgefta Kurşunlu, Mizgeftên Hz. Suleyman, Nebî, Arap Şeyh, Xanên Hasanpaşa, Suluklu, Dêra Meryem Ana, Ermeni Surp Giragos, Ermeni Katolik, Ermeni Protestan, Mînareya Çar Ling, Mizgefta Melik Ahmet Paşa, Behram Paşa, Hemama Paşa, Muzeya Ahmed Arif, Pira Deh Derî û Malên Amedê û gelek warên din ên dîrokî û çandî hene. Li vê navçeyê kurd, ermenî, suryanî, turkman û ereb bi hevre dijîn.
Ev mîrateya hemû gelên jiyana hevpar dijîn e. Li vê navçeya me ya mîrateya çand û dîrokê ya cîhanê ye, piştî êrîşan gelek wetatiyên me hatin qetilkirin. Gelê navçeyê neçar maye koçber bike. Warên çand dîrok û baweriyê hatin wêrankirin û şewitandin. Ji aliyê çekên giran û zirxî ve hatin xerakirin. Nirxên me yên dîrokî bûne hedef. Serokê Baroya Amedê Birêz Tahir Elçî dema xwest li dijî van êrişan dengê xwe bilind bike hat qetilkirin.’
Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku bi van êrişan dixwazin hiş û hafizaya civakê ya hevpar tune bikin û civakê bê hafiza bihêlin. Serokwezîr û serokomar bêyî belge û zanîn daxuyaniyan didin û aloziyê zêde dikin.
Wekîlên Serokê Koma HDPê, piştî pêşniyarnade dan meclîsê li meclisê civîn pêk anîn.
Baluken, da zanîn ku qedexeya derketina derve konsepta faşîst e û li Nisêbîn û Sûrê dîmenên şer heye. Baluken, anî ziman ku êriş û qedexeyên dewletê komkujiya fîzîkî, çandî û aboriyê pêş dixe û wiha got: ‘Dema warê dîrokî dihat şewitandin, AKPê destûr neda îtfaiyê. Mîrateyên mirovan ên hevpar, bi fermana Erdogan û Davutoglu hatin şewitandin.’