Bi beşdarbûna komek ji heval û dost û malbata (Temerê Mistê ) endamê polîtbîroya partiya dîmoqratî ya pêşverû ya kurdî li Sûrya salvegera 7an ya koçkirina nemir hat bibîranîn.
Bi vê helkeftê Emer Cefer endamê polîtbîroya partiya me gotinek pêşkêşkir û têde sipasiya hemî amadebûyan kir û li ser xebata nemir rawestî û got : Bavê Salar ne tenê yê partiya Pêşverû û gelê kurd yê Sûrya bû lê belê yê tevayî Kurdistanê bû ji ber ku di bîr û baweriyên xwe de kurdistanî bû û di asta serokan de bû û her weha welatperwerekî bêhempa bû di Sûrya de.
Her weha heval Emer Cefer ji hemî partî û aliyên tevgera kurdî xwest ku bi şêwe û awayê Temerê Mistê nêzîk hev bibin û têkoşîna xwe bikin ji ber ku neyarên gelê kurd li ser dijayetiya kurdan li hev dikin.
Ragihandina dîmoqratî
Dêrik 16.01.2017
dimoqrati.info