Sulêman:Firsendek mezin a Kurd bo Kongra Cinêv heye

Share Button

123Endamê Mekteba Siyasî yê Partiya Demokrata Pêşverû yê Kurdê Sûriyê Ehmed Sulêman di daxuyaniyekê de bo Malpera NNA ragihand ku, hevdîtinên lezgîn bi navbeynkariya Parlementera Kurd ya Bajarê Amed`ê Leyla Zana û Serokê Şaredariya Mezin yê bajarê Amed`ê Osman Baydemîr bo derbazkirina aloziya di navbera herdu meclisên Kurdî (Encumena Nîştimanî ya Kurdê Sûriye (ENKS) û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistan`ê (EGRK) tên encamdan, daku herdu meclisên Kurdî (Encumena Nîştimanî ya Kurdê Sûriye (ENKS) û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistan`ê (EGRK) bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistan`ê bicivin û arîşeya navbera xwe de çareser bikin.

Endamê Mekteba Siyasî yê Partiya Demokrata Pêşverû yê Kurdê Sûriyê Ehmed Sulêman got: Girînge ku PKK û  PDK bigihînin rêkeftineke sereke, ji ber ku em di tevgera Kurdî û di herdu meclisan de razî bûne ku, em bibin beşek ji biryara ku ji derveyî Sûriyê bê standin.

Ehmed Sulêman dibêje: Her kes gihîştiye wê baweriyê ku Kongreya Cinêv – 2 dê bihêle ku Kurd di rewşa xwe ya berê de bimînin, ev jî dê karesatek be ji bo gelê Kurd ku Kurd dê pesend nekin bi taybet sozên opozisyonê vala ne û aliyên serpereştyar yên din jî girîngiyê nadin pirsa Kurdan.

Sulêman têkest kir ku, hîna firsendek mezin li hemberî Kurdan heya û ya

herî girîng alî li hev bikin û xwe li ser hesabê gel û doza wî bilind nekin

ji malbera : xendan 4- 12- 2013

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 641 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 641 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...