Di vê pêvajoya karesata cîhanî da, bayê mirinê mirovahî daye ber xwe. Di vê dema dijwar
da ku gef li mirovahîyê tê xwarin û di warê paşeroja mirovahîyê da endîşeyeka mezin peyda
bûye, bayekî şînê bi xezeba xwe ya mirina bêbext, xwe li malbata me jî girt. Mirina bêbext
dada sermiyanê mala me û ji nava hilanî, dada Keyo Cegerxwînê stûna mala me û em di
deryaya xemê da dakirin.
Em dizanin ku êşa mirina malikşewitî êşeka zalim e, janeka domdar e, derdê wê derdekî
giran ê bêderman e, kula wê kuleka dijwar e û ray lê nabe. Em dizanin ku dilê me dê her bi
vê êşê bisote, bi vê janê bişewite û em dê bi vê kulê her binalin. Em dizanin ku ancax bi saya
dost, heval, hogir, cîran û merivên malbata xwe em dê bikarin li hember êş, jan, derd û kula
neragirbar xwe ragirin.
Loma li gel wan hemû dost, heval, hogir, cîran û merivên xwe yên xemrevîn, em her weha
spasîya hêz û partîyên siyasî û rêxistinên civakî jî dikin ku di vê pêvajoya neragirbar da, bi
rêya medyaya civakî, bi telefonê, bi peyamên xwe, bi nameyên xwe yên elektronîk û bi
beşdarîyên xwe yên şexsî em bi tenê nehêlan û ji bo daxistina êşa me bi dil û can hewil
dan.
Malbata Cegerxwîn
Stockholm
17-04-2020