Ji 25 sedsalan da, dagîrker di xewnên dagîrkeriyê da dijîn.
Hên jî bi bawerin ku ew xewnên wan rastîn e.
Welatê me bi darê zorê dagîr kirin û dibêjin: hûn bê welatin.
Çanda me eblisandin, û çanda xwe ya qirêj xistin nav me.
Dîroka me avêtin nav Tarityê, û dîrokên tirorê bi ser me da kirin.
Hewildan ku nirxên me ên netewî û pak birûxînin,
û nirxên xwe ên tirorî di civata me da bi cih bikin.
Gorna me kolan, da me ta ebed ji ber çavan wenda bikin.
Ey dagîrkerên pașveman û zexel û dirinde!
Wa! Binêrin çawa ev kurdê gewre kêndira sêdarê bi dilêrî paçdike!
Binêrin çawa celadên faris lê șat û mat mane!
Ev paçkirin serbilindiya netewa kurd diçespîne.
Wa! Binêrin çawa ev kurdê gewre Husên Xidirî berkinî bûye!
Qet xem nexariye ku kêndira sêdariyê di ustiyê wî da ye!
Ev berkeniya wî cangoriya netewa kurd di xwe da dicivîne.
Wa! Binêrin çawa ev pakrewana kurd a gewre li hember êrișvanan bi lehengî ceng kir, û çaxa ku birîndar bû, û nikarîbû cengê bidomîne, xwe avête çemê Xabûr, da ku rûmeta netewa kurd biparêze.
Wa! Binêrin va pakrewana kurd a êzdî Heyfa! Xwekujtin pejirand da ku êrișvanên Daiș dest navêjin rûmeta wê, û da ku rûmeta netewa kurd biparêze.
Wa! Binêrin va pakrewana mehabadî Ferînaz Xusrowanî, xwe ji taqê çaran da avêt, xwe kujt, da ku rûmeta xwe û rûmeta netewa kurd biparêze.
Ey dagîrker! Ey xwudîyên sariqên qirîj, çandên qirêj, nirxên qirêj!
Ev gewreyên me ên pîrozer, keç û kurên Kurdistanê ne, șagirtên xwendegeha nirxên bilind in, ew neviyên șahê Cotî ê gewre Irrodopîzîr in, neviyên șahê Kașșî ê gewre Candaș in, neviyên șahê Mittanî ê gewre Toșratta yin, neviyên șahê Orartî ê gewre Serdar in, neviyên șahê Medî ê gewre Keyxosro yin.
Erê, ew neviyên șûreșvan û gewreyên me ne: Babekê Xoramî, Ce’ferê Mîr Hesenê Dasenî, Bedrxan beg Botanî, Mehmûdê Berzencî, Simko Șikakî, Șêx Seîd Pîranî, Seyyid Riza yê Dêrsimî, Ihsan Nûrî Pașa, Qazî Mihemed, û Mela Mistefa Barzanî ne, ew xwîșk û birayên Leyla Qasim û Mezlûm Doxan û Ekîd û Zîlanê ne.
Ey dagîrker! Ey xwudîyên sariqên qirîj, çandên qirêj, nirxên qirêj!
Ma kengê tava Yezdanê gewre di çalan da wenda bû ye?
Kengê tepelên Zagros û Toros li hember bageran serî daxistin e?
Kengê hûnê bizanibin ku Kurdistan welatê pakrewan û gewreyan e?
Dema we li Kurdistanê nêzîk dibe, nêzîk dibe, nêzîk dibe.
Û çi dibe bila bibe, dîvê Kurdistan rizgar bibe!
8 – 5 – 2015