şivan qelew gur: Bavê min nemiriye

Share Button

ImageProxyWê çawa çiya bihêrifê ?

Qet natirsê pişta min

Ji cîhanê û dijminan

Di xwîna min de çandiye

Hêvî û hêz û xwendin

Di nerîna minde daristan

Gul nepişkivin..?!

Rûbar biçikin..?!

Balinde baskobibin

Ser min bibê lehî

Hey cîhana bê bext

Xwe çib dikim vî alî û wî alî

Nebêje ahista berî bahozêye

Tiştek nepêjinê

lê lingo qurbano

min bigihîne tu tenê hevalê min

bîne fişk û xwînbest bilinde

firîn tilûr û dînbûn kerî

lê ma wê jibîrbikin çêlîkan ?

ez bitenê ne wekî wan yekcar

ma gelo ev çi giriye ?

ev çi xwelî li seriye ?

xuşkê û dayê

şewqa di çave bira de

maye bes bibe lê

têde neghiştim wekî zarokan

ji lorandinên ser nave wî

pel weşîn û ne payîze

dîn  û bê hişim

ez bitenê wê demê dipêjinîm

bi behwerbe bêbexte

ji dengê wîna dengê min

bi bîna wîna kincê min

ji xwîna wîna rengê min

te tiştek bi sernexist jînê

çi ku..

ew dihinavê min de ana dijî

ne bi pîrî lê bi xortanî

 

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...