simînareke dîrokî li ser (Toşa Amûdê

Share Button

15442113_1041571969285060_5036587536884222679_n

roja Înê bi beşdariya partiyên siyasî, rewşenbîr, kesayetiyên civakî û girgirekên êldarî, simînareke dîrokî li ser (Toşa Amûdê) lidar xist. Piştî bixêrhatina mêhvanan, cîgirê serokê Y.N.K.-S mamoste Merwan Şêxê bixêrhatina lêkolîner mamoste Faris Osman û mêhvanan kir, û li ser hin qonaxên sereke ji jiyan û nivîsandinên wî yên çapkirî û destnivîs, axivî. Di destpêka simînara xwe de, mamoste Faris Osman li ser sedemên binavkirina Amûdê bi vî navî, taybetmendiya bajarokê Amûdê û kurtedîroka wê rawesta. Mamoste Osman baş li ser dagîrkirina Amûdê ji aliyê Fransa ve rawestiya, û pilanên wê di parçekirin û jihevcudakirina pêkhateyên vê herêmê yên neteweyî û olî baş diyar kirin. Rêzdar Osman bûyerên ku rûdan, dabeşkirina gel weke Neteweperweran û alîgirên Girseya netewî, nakokiyên di navbera pêkhateyan de, serhildanên gelêrî û topbarankirina gund û bajarên Kurdan ji aliyê Fransizan ve baş zelal kirin, û çawa encama van rûdanan (Toşa Amûdê) bû. Piştî bidawîkirina simînarê, mamoste Osman bersiva pirsên beşdaran da. Di dawî de, mamoste Merwan Şêxê spasiya lêkolîner, beşdar û Navenda Kemal Derwîş ya Çandê kir.

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 88 من جريدة التقدمي

  صدر العدد (88) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في ...