Silêmanî: Karkerekî Rojavayê Kurdistanê jiyan ji dest da

Share Button

2Îro li nexweşxaneya Silêmaniyê ya firyekeftina lezgînî, karkerekî xelkê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Di wê barê de, jêdereke nêzî malbata karkerê ku jiyan ji dest daye ji PUKmedia`yê re Ragihand ku îro demjimêr 5`ê berhêvarê li bajarê Silêmaniyê, di nexweşxaneya Silêmaniyê ya firyekeftina lezgînî de, karkerê bi navê Salih Ne`esan yê 30 salî, ji ber giraniya birîndarbûna wî, jiyana xwe ji dest daye.

Her weha di dirêjahiya axiftina xwe de, jêdera agahdar aşkire kir ku ew di dema karkirinê de, ji ser avahiya Famîlî Molê ve ketiye xwerê û di encamê de, bi giranî birîndar bûye û rewaneya nexweşxaneya Silêmaniyê ya firyekeftina lezgînî hatiye kirin û îro demjimêr 5`ê berhêvarî j ber nezîfa xwînê jiyana xwe ji dest daye.

Wê jêderê aşkire kir ku piştî jiyana ji destana Salih Ne`esan, termê wî rewaneya meyîtxaneya Silêmaniyê kirin taku sibê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bibin.

Hêjayî gotinê ye ku par sal jî di heman Famîlî Molê de, 3 karkerên din yê ji Kobanê di encama ketina dîwarê de, jiyana xwe ji dest dabûn.

PUKmedia

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 641 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 641 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...