AHMED SILÊMAN: PÊWENDIYÊN ME BI YNK`Ê RE DÎROKÎ YE

Share Button

Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata Pêşvero a Kurd li sûriyê Ehmed Silêman teqez kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi berdewam daxwaza  yekbûna helwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kiriye û her weha pêwendiyên partiya xwe bi YNK`ê re bi dîrokî binav dike.

Silêman bi daxuyaniyekê ji PUKmedia`yê re ragiand ku, pêwendiya ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Pêşvero gîhandiye hev li ser nêrîneke objekîtf  ya siyasî bûye li ser asta netewî û niştimanî bûye û li ser bîngeha parastina her partiyekê ji taybetmendiyê xwe û rêzgirtinê bûne.

Endamê polîtburoya PDPKS da zanîn û got: Ev pêwendiyên di navbera herdu partiyan vedigere pêwendiyên kesayetî a di navbera her du berêzan Serok Celal Talebanî û sekreterê partiya me Hemîd Derwîş ji nîverasta salên 50`an de û ev pêwendî piştî avakirina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanhê bihêztir bûn û bûn bi pêwendiyên di navbera du partiyan de.

Silêman teqez kir partiya wî rola serkirdayyetiya YNK û berêz Serok Mam Celal û alîkariya wan ya mezin ji wan re di şert û mercên cuda de û heya roja îro bilind dinirxîne. Silêman bal kişand ser ew dengoyên ku dibêjin pêwendiyên di navbera herdu partiyan xirap bûne û got: Evne xewnin, ji ber ku tişta ku her du partiyan bi heve girê dide ji hemû herwldanê têkbirina van pêewendiyan mezintire.  Ji ber ku her du baweriya wan bi rexneyê heye ku mafekî rewaye û bîngehewkê bo zemînê pêwendiyên tendirustin.

Silêman got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li kêleka hêviyên gelê Sûriyê jib o azadiyê û jib o sîstemeke demokratîk sekinî, her weha nexwest bi rasterast destêwerdanê di karûbarê Sûriyê de bike û ji roja ewil de rêzdar Serok Talebanî bal kişand ser wê yekê ku rewşa Sûriyê ne wek ya Misrê û Tunisê ye. Bi taybetî jî metirsiyên xwe li ser dirustbûna şerekî navxweyî û vegera Sûriyê bo qadekî şer û pevçûnên herêmî û navdewletî û çavkaniyek ji terorê re anîn ziman, rûdanan jî rastbûna vê nêrîna Mam Celal îsbat kir.

Li bare helwestên YNK ji Rojavayê Kurdistanê re jî Ehmed Silêman got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi berdewam daxwaza yekgirtina helwesta Kurdî kir û piştevaniya siyasî û madî bi hevkarî li gel Partiya Demoktrata Kurdistanê û serokayetiya Herêmê pêşkêş kir û Serokê Herêmê rêzdar Mesûd Barzanî jib o rêvebirina dosya Kurdên Sûriyê hate erkdar kirin.

Li ser dîtina dîtina wî ji pêşeroja pêwendiyên Kurdî Kurdî li Rojavayê serkirdeyê PDPKS ragihand ku li hemberî xitimandina asoya çareseriya siyasî ya aloziya sûriyê û negihêştina lihevhatinekê li ser asta Kurdî di nabvbera aliyên wê de û bilindbûna şer li qada Sûriyê û ketina Kurdan di nava vê milmilanê de û dive li hemberî metirsiyên li ser pêşeroja gelê Kurd lihevhatineke û lihevtêgihêştinek di navbera aliyên kukrdî de bi tayebtî di navbera (Encûmena Niştimanî ya Kurd û Encûmena Gelê Rojavayê Kurdistanê)  de çê bibe. Her weha dive pêwendiyên Kurdan bi hêzên netewî yên sûrî re berfereh bibe daku baweriya gelê Kurd bi tevgera xwe ava bibe û bi axa xwe ve xwe girêbide.

PUKmedia/Îbrahîm Xelîl /Qamişlo

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 88 من جريدة التقدمي

  صدر العدد (88) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في ...