Silav li bîranîna (62) saliya Partiya Pêşverû

Share Button


( Pîroz Name )

Hevalê xebatkar û cefakêş mamoste Hemîd Derwîş Damezrenêr û sekreterê patiya me

Hevalên hêja Endamên Nivîsgeha Rêzanî

Hevalên xebatkar Endamên Komîta Navendî

Silav li we hemiyan

Di çardehê Cehzerana sala 1957an de weke îro û Berî bi şêst û Du salan hejmarek ji pêşngên Kurd tevgera netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê damezrandin û rêya xebatê ji me re vekirin.

Bi hatina vê roja pîroz , roja bîranîna şêst û Du saliya damezrandina partiya me ( Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê) Ez germtirîn pîrozbahiyên xwe li Endezyarê Rêzaniya kurd , Mîrê diplomasiya kurdî heval Hemîd Derwîş dikim û li tevahî hevalên xwe yên komîta navendî , Herwiha ez li hemî kadir û xebatkarên vê dibistana hişmend pîroz dikim.

Ev dibistana xebatkar bi dirêjahiya salan ji rêveçûna xwe ya xebatkarî herdem bi hişmendî xebitiye û tekoşîneke bê hempa kiriye ji bo parastina miletê kurd û nasnameya netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , û ji bo taybetmendiya doza kurdî li her parçeyekî kurdistanê û ji bo pêkanîna xewn û hêviyên miletê me di welayekî Azad û Demoqrat de.

Hevalên cefakêş

Ev Neh salin welatê me di rewşek zor xirab û aloz re derbas dibe ji kuştin , talankirin , koçberî û kavilkirinê û nemaze piştî dagîrkirina bajarê Efrînê herêmên kurdî li Sûriyê derbasî qûnaxeke din dibe , Lewre ji hemî aliyên tevgera me lêvegereke giştî û yekrêzî tê xwestin da ku karibin bi erka xwe rabin di vê dema metirsîdar û hestiyar de.

Bi helkefta vê bîranîna giranbuha ez hevalên damezrenêr û xebatkarên pêşîn silav dikim û ez bejina xwe li hember pakrewanên partiya me ditewînim ew hevalên qehreman ên ku her tiştê xwe erzan kirin ji bo parastina xaka xwe.

Li dawiyê careke din ez germtirîn silavan li we û li tevahî hilgirên Al û Rêbaza Partiya Pêşverû dikim , Hêvîdarim bîranîna ( 63 ) ya damezrandina partiya me em li navenda bajarê Efrînê hev bibînin û vê bîranînê bi hevre vejînin.
Bi hêviya jîneke şad ji bo we hemiyan û hûn tev bijîn di evîna welatê xwe de.

Silav li giyanê serokê Partiya me Dr. Nûredîn Zaza

Silav li giyanê hevalên me yên damezrenêr

Hezar silav li giyanê pakrewanên partiya me û li hemî pakrewanên tevgera Azadîxwaza Kurdistanê

Bijî bîranîna ( 62 ) saliya damezrandina partiya me

Serkeftin ji doza kurdî re

14 / 6 / 2019

Silêmaniyê

Hevalê we : Hişmend Şêxo
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 85 من جريدة التقدمي

صدر العدد (85) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في منظمة ...