Şêrzad Muhemed Letîf: RÊBERÊ MIN

Share Button

 

RÊBERÊ MIN

Bi zanîn û hişmendî û bawerî
We da rêҫa xebatê bi serwerî
Zîrek û mêrxasê kurdî ey dilsoz
Mişt û boşî wek Feratî tevgerî
Pertewa geş dimînî berz û bala
Dest paqij may nîşana têkoşerî
Hejan gelek rast û ҫep ji xebatê
Gelawêjê kurd her didinê berî
Mij û moran yan bahoz be tu laleş
Şeva tarî be mamosta fenerî
Şape ku hat dibir ev qirş û tev qal
Dibît qef û kevî kurdan digirî
Zengilê te bi sala va bi denge
Berdewame bi ramanên rêberî
Çendî dijwar teng talin ew guvaş
Bêtir rijdî bi dozî û li berî
Bi top û tang gur û ҫeqel dizûrin
Lê wek bazî dirêsî dor û berî
Dixwazî co û ҫilîq tev bên ser hev
Colikan tev bikî yek kêş û kerî
Zivistane heҫî dimîne varî
Ew nêҫîre diҫe û navegerî
Wekî zengil bi bangî lê bê vedeng
Bê westane ta bighe serê berî
Lê ҫibkin kurd di şeva reş û tarî
Tengijîn tev bê live mam ser gerî
Rêberê min dimînî al û pertew
Ronî daye li her der deverî
Her sipasim ji te ez qeremanê
Te da kurda ev ser celebê serî

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

الرفيق محمد عيسى رفي في ذمة الخلود

ببالغ الحزن والأسى تنعي اللجنة المركزية في الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا الرفيق المناضل ...