Sersaxiya Tekoşerê Kurd Abdul Hamid Derwîş li bajarê Bremen li Almaniya

Share Button

Rêxistina Almaniya ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, îro li bajarê Bremen li Almaniya, pêşwaziya sersaxiyan kir bi koçbarkirina dawî ya siyasetmedarê pêşverû yê Kurd, birêz Abdul Hamid Derwîş, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, ku wî koça dawî roja Pêşemê di 24ê Cotmehê barkir.
Girseyek mezin ji endamên revenda kurd li Elmanya beşdarî sersaxiyê bûn, ku ji nûnerên sazî û rêxistinên partiyên Kurd li Almaniya, nûnerên komeleyên kulturî, her weha nûnerên Ola êzîdî û nûnerên partî û saziyên Suryanan pêk di hat.
Heval Mustefa Tewfîq û Şana Dawood rê û rismê sersaxiyê dest pê kirin û her weha sersaxî bi rêzgirtin ji bo Hamîd Derwîş û dîroka tekoşîna wî ya dirêj û ji bo Şehîdên tevgera neteweyî ya Kurd li Sûriya xolek ji rawistandinek bê deng destpêkir û dûv re jî sirûda neteweyî ya Kurd hat pêşkişkirin.
Gelek gotinên sersaxiyê hatine pêşkêşkirin, di naverûka wan de li ser keseyeta siyasetmedarê dêrîn ê Kurd Abdul Hamîd Derwîş û dîroka têkoşîna wî ji bo mafên gelê Kurd li Kurdistana Sûriya. Axaftvanan her wiha bal kişandin li ser rola wî ya ku lîstiye li ser astê Kurdistanê û nêzîkatiya wî ya realîst ji bo têgihiştinên Polîtîkî û redkirina wî ji populîzmê re weke rêçek ya karê polîtîkê ku dibe ku miletekî yek carê têk bibe.
Gotin û axaftinên jêrîn hatin Pêşkêşkirin:
– Axaftinek ya pêşwaziyê bi navê rêxistina Almaniya ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriye ji hêla birêz Hemîd Alî ve hate pêşkeş kirin
– Gotina komîta navendî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriye ji hêla birêz Ali Hemo ve hate pêşkêş kirin
– Axaftinek bi navê Rêxistina Almaniya ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriye (Yekîtî) ji hêla birêz Ahmed zîbarî ve hate pêşkeş kirin
– Axaftinek bi navê Rêxistina Almaniya ya Partiya Yekîtiya Demokrat ji hêla birêz Abdulqadir bavê Rustem ve hate pêşkêş kirin
– Axaftina bi navê Mala Êzîdî ji hêla birêz Şeyx Tehsîn Cindo ve hate pêşkêş kirin
– Axaftinek bi navê rêxstinên Bremen ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ji hêla birêz Mustefa ve hat pêşkêş kirin
– Axaftina parêzer û nivîskar birêz Şoreş Derwîş
– Axaftina çalakvan Huseyn Huseyn
Gelek şandên fermî tevlî me bûn ji wan şanda yekîtiya Suryana , şanda partiya çepê Kurd ( tevgera çaksazî) bi serokatiya Mesûm Feysel Al Omerî, şanda Hevkarî ya Kurdên Bremen, şanda partiya Demokrat a Kuristanî- Iran û şanda Encûmena Beyt Al Nehreyn a Netewî ya ku ji partiya Yekîtî ya Suryan a Sûrî , partiya yekîtî a Suryan li Ewropa û rêkxirawa Xaça Suryan pêk hat.
Me, ji gelek partî, komele, hunermend û kesayetiyên neteweyî gelek telegraf û peyam wergirtine, xemgîniya xwe ya kûr anîn ziman û tevkariya xwe dan vê xemgîniya me ya mezin.

Nivîsgeha ragihandinê ya Rêxistina Almaniya ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

03.11.2019

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

الرفيق محمد عيسى رفي في ذمة الخلود

ببالغ الحزن والأسى تنعي اللجنة المركزية في الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا الرفيق المناضل ...