Serokê Herêma Kurdistana Iraqê(HKI) Mesut Barzanî hat bajarê Kerkûkê ku ji 12ê Hezîranê heta niha di bin kontrola pêşmerge de ye. Barzanî ji gelê Kerkûkê re ji ber ku hemberî terorîstan têdikoşe sipas kir û got: “ez ji dil û can dibêjim: ji bo parastina Kerkûkê ez amade me ku bibim pêşmerge û çekê bigirim dest.”
Barzanî axaftina xwe wiha domand: “ji bo Kerkûkê êdî rojên xerab paşde man. Gelê vî bajarî rojên zor zehmet derbas kir, bûne hedefê teroran. Dixuye ku rojên pêşeroja Kerkûkê dê ji îro baştir bin. Rojên aram û rind li benda Kerkûkê nin. Dema ku Kerkûk vegeriya ser sînorên herêma Kurdistanê dê hemî kes bibîne ku Kurd çiqas durist û merd in. “
Barzanî piştî axaftinê ligel Serokê Meclîsa Bajarê Kerkûkê Hasan Turan, Serokê Eniya Tirkmenan Erşed Salîhî, Nûnêrên Partiyên Siyasî û Endamên Koma Kurd a Meclîsa Bajarên Kerkûkê hat bal hev. Hat ragihandin ku Barzanî piştî civînê dê here serdana pêşmergeyên ku Kerkûkê hemberî DAÎŞê diparêzin.